Ciwanên kurd li Swêdê ji bo rojava hejmarek çalakî li dar dixin.Foto: Scanpix

Ji bo Rojava ciwan di nava kefteleftê de ne

5:37 min

Ciwanên kurd yên li Swêdê ji bo şer û bûyerên li rojavayê Kurdistanê di nava kefteleftê de ne û gav bi gav gotûbêjên wan werdigerin xebatên berbiçav. Duh êvarê komek ciwan bi mebesta amadekariyên rêzek çalakî li Zanîngeha Stockholmê li hev civiyan.

Komek ciwanên ji çar beşên Kurdistanê ku li Swêdê mezin bûne li Zanîngeha Stockholmê li dora maseyekê rûniştine, bi hev dişêwirin bê ew ji bo Rojavayê Kurdistanê dikarin çi bikin û bê divê ew giraniya xwe bidin ser çi rengê çalakiyan da ku encamek jê derkeve.

Ev demeke ku Rojavayê Kurdistanê û kurdên li Sûriyê bi giştî dibine hedefa êrîşên rêxistinên islamî yên mîna Cebhet el Nusra û tevgera bi navê Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê. Ji bilî şer û pevçûnên dijwar yên li herêmên kurd, mîna Serê Kaniyê û Girê Spî, tê ragihandin ku li gundên kurdan yên derdora Helebê li hember kurdên sivîl komkujî tên kirin û heta niha derdorê 500 kesên sivîl ji aliyê van rêxistinan ve hatine kuştin.

Ciwanên kurd yên li Swêdê jî bi taybetî bi rêya înternetê roj bi roj rûdanên li Rojava ji nêzîk ve dişopînin û di nav lêgerînekê de ne bê ew çawa destekê bidine kurdên Rojava.

Rêbwar Ashnager yê ji Rojhilatê Kurdistanê yek ji însîyatîfgiran û birêvebirê civînê ye. Mîna ku ew jî balê dikişîne ser, şer û bûyerên li Rojavayê Kurdsitanê bi taybetî di medya civakî de pir tê gotûbêjkirin. Dîmen û vîdyo li ser înternetê belav dibin,û gotûbêjeke germ di nav ciwanên kurd yên li Swêdê de xuya ye. Xemgînî, hêrs û acizî li hev kom bûye.

Baldarî û şopandina ciwanên kurd yên li Swêdê bala yek ji amadekarên din yê vê civînê Evîn Çetîn  jî kişandiye.

Îcar mebesta ciwanên ku li vira li hev kom bûne ew e ku ji gotûbêjan derbasî asteke kiryarên berbiçav bibin û aciziya heyî wergerînin enerjiyê da ku alîkariya wan bide welêt.

Ciwanên ku niha ji bo Rojava di nav hewldanan de ne herî dawî ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên di zindanên bakurê Kurdistanê de hin çalakî li dar xistibûn. Ew ji beşên cuda yên civaka kurd in û mîna toreke serbixwe û bê komele yan rêxistineke fermî dixebitin. Heta tu navê komê jî nîne. Lê bi gelek komele û dezgehên kurdî yên mîna doktoran, dermannasan, mafê mirovan û heyva sor re di nav dan û standinê de ne û li gor rengê çalakiya ku bikin bi van dezgehan re hevkariyê dikin.

Û di civîna duh de ciwan gihan wê encamê ku ew bi mebesta komkirina alîkariyeke aborî bi taybetî ji bo zarokên li Rojava çalakiyên cuda pêk bînin. Wek nimûne fikrê maçeke futbolê ya dostaniyê, firotina kinc û xwarinê di rojevê de ye. Hemû pereyên ku ji van çalakiyan bên berhevkirin wê ji Rojava re bên şandin. Ji bilî vêya grûb wê hewl bide ku bi alîkariya Civata Doktorên kurd yên li Swêdê derman û îlacan jî bişîne ji Rojava re.

Ji bo bihîztina hevpeyvîna bi ciwanan re li rapora dengî guhdarî bike!


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista