Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Penaxwaz ji Malmö dimeşin heta Stockholmê

Hat weşandin onsdag 14 augusti 2013 kl 15.18
Ji Malmö dimeshin Stockholm
(5:40 min)
16ê mehê digihin Stockholmê. Foto: Asylstafetten 2013

Di 14ê tîrmehê de wan ji Malmö dest bi meşa dirêj kirin û wê 730 km heta Stockholmê bimeşin. Armanc siyaseteke insanî ya penaberiyê ye.

Lê gelo ew xwarin, vexwarin, xew, destav, serşûstinê çawa dikin?

Ronbîr Muhammed yê 29 salî ji başûrê Kurdistanê bajarê Ranye ye. Ew bi xwe ne penaxwaz e. Nexêr, ew hemwelatiyê swêdê ye û li Zanîngeha Linköpingê beşê kulturnasiyê dixwîne. Lê diyar dike ku ji bo piştgiriya penaxwazan ew beşdarî vê çalakiya meşa dirêj kiriye.

Ronbîr Muhammed dide zanîn ku wan di 14ê tîrmehê de ji Malmö bi nêzîkê 300 kesî  dest bi vê meşa dirêj kirine. Lê beşdarên tevahiya meşê derdorê sî kesî ne.

Ew ê bi giştî 730 kîlometre bimeşin da ku di 16ê tebaxê de bigihîjin navenda Stockholmê û çalakiya xwe li wir biqedînin.

Îcar herçend piraniya çalakvanan kesên penaxwazin jî Ronbîr Muhammed dibêje hejmarek kesên mîna wî piştgir jî di nav wan de hene. Ekseriyeta çalakvanan ciwan in lê hin kesên temenê wan mezin carcar ji bo demekê beşdar dibin.

Ji bo bihîstina hevpeyvînê li rapora dengî guhdarî bike!


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".