Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Huseyin Akpinar:

”Ez kevirekî gundê xwe nadim bi Swêdê gişt”

Hat weşandin fredag 16 augusti 2013 kl 15.49
Huseyin Akpinar li welêt e
5:05 min
Huseyin Akpinar.
Huseyin Akpinar.

Piştî 23 salên li Swêdê Huseyin Akpinar bi zorê hate dersînorkirin û niha li Kurdistanê ye. Dersînorkirina wî çawa bû û niha ew çi dike?

Huseyin Akpinar bi giştî 23 salan li Swêdê bê mafê penaberiyê jiya. 20 salan ji van ew bi temamî qaçax bû.

Di dawiya 2012ê de ew ji aliyê polîsan ve hatibû girtin. Îcar di nezaretê de em çûbûn serdana wî ji me re behs kiribû bê wî çawa ewqas sal bê mal, bê kaxez, bê cî, dûrî jin û zarokên xwe îdare kiribû.

Di nava van salên dirêj de Huseyin Akpinar bi giştî çar caran li Swêdê doza rûniştinê dike, lê her carê jî piştî çend mehan red jê re tê û ew neçar dimîne xwe veşêr e. Ji bo ku neyê girtin adresa wî li deverekê ew li devereke din bûye.

Akpinar dabû zanîn ku hemû bi saya nas, dost û hevalan wî kariye li Swêdê bimîne. Ew ji hemû aliyan ve lê bûne xwedî, hewandine û herwiha jib o tendirustiya wî alîkariya wî kirine û rê nîşanî wî dane.

Lê Huseyin Akpinar di dawiyê de hate girtin û piştî pênc mehên di nezaretê de îsal biharê polis ew şande Tirkî.

Dema ku ew ji welêt derdikeve jin û heşt zarokên wî şûn de dimînin. Hingî zaroka wî ya biçûk sal û nîvî ye. Lê dema ku vedigere ew zaroka ku hingî şîr dimişt bûbû xwedîmal û zarok.

Akpinar dibêje zarokên wî niha li Stenbolê dimînin û li wira karê dirûtinê ango terzîtiyê dikin. Bi dîtina hev ew tev dilşad û kêfxweş bûne û van sê-çar mehan ew li cem wan maye.

Dema ku em li Huseyin Akpinar digerin ew cara pêşiye ku piştî 25 salan çûye Kurdistanê û dibêje daxwaza wî bi xwe ew e ku ew li gundê xwe bi cî bibe, bes jin û zarokên wî dibêjin ji xwe evqas sal tu dûr maye niha cardin dev ji me bernede. Lewra hîna bi temamî tiştekî diyar nine bê ew ê li kû bi cî bibe yan çi karî bike.

Me got Akpinar 23 salan li Swêdê bê mafê rûniştinê jiya û wextê ew bi zorê hate vegerandin ji aliyê meqamên Tirkî ve tu serêşî jê re nehatine derxistin. Îcar gelo eger wî bizaniya ku wiha ye ew dê zûtir bi rezaya xwe vegeriya ba?

Ji bi hevpeyvînê li rapora dengî guhdarî bike!


Rapora kevin:


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".