Wêne: Mosaab El-Shamy/Scanpix.

Wezîrê derva di derbarê pevçûyînên li Misirê bi endîşeye lê ji bo çûyîna wir îqaz nake

5:15 min

Di pevçunên li Misirê roja då de tê ragîhandin ku bi qasê 300 kesan heya deama naha hatine kûştin. Hin jî mirina kesekî swêdî nehatîye rapor kirinmê. Heger çiqas wezareta derva ji bo çuyîna Misirê heya dema naha îqaznamek neragîhandibe jî, Charlotta Ozaki Macias berdevkê wezareta derva, dibêje li gor rewşê îqazname jî dikare were guherandin.

– Heya dema naha ji me ra tu agahî nehatîye ku kesekî swêdi yan hatîye kûştin yan jî birîndarkirin. Li gor agahîyên di destê me de bi qasê 800 swêdi li wir dijîn û herwaha yên ku wek turîst li wur in jî bi qasê 600-600 kesî ne.

Tewsîyeyên wezareta derva di derbarê Misirê de wek berê ye lê ew dikare di dema pêşîya me de were guharandin dibêje Charlotta Ozaki Macias.

– Tewsîyeya me ya naha wek berê ye, yanê heger ku ne pêwîst be neçine Misirê, ji bilî rêwîtîyên transît ku li balafirgeha Kahîrê ji bo demeke kin dibe û yan jî cîhên turîstan li dendora behra sor.

Ez dixazim bibêjim ku em rewşê bi awayekî bingehî dimeyzînin û emê di nava rojê de fikrekî baştir ji xwe re bipejirînin, û herwaha emê mêze bikin ka welatên din çawa dikin. Ji bo biryara astên tewsîyeyan çen hev krîter hene, ji ber wî jî mimkûn e ku tewsîyeyên me di demeke kurt de were guherandin, dibêje ew.

Di wezaretên Swêd de heger ku pêwîst be anîna hemwelatîyên Swêd naha tedbîr hatine baştir kirin. Di nava van tedbîran de herwaha pilanên ku welatên îskandînavîyayê alîkariya hevdû bikin jî hene. Evan pilanan meriv herwaha dikare li Misrê jî bi kar bîne, dibêje Charlotta Ozaki Macias.     

– Belê ji bo pirsgirekên acîl di nava mezaretê de bê guman pîlanên me hene û bê girêdayî welatan em bi hemû meqamên bi alîkarîyê re girêdayî hevkarîyê dikin. Lê em pêvajoyê wek me got bi awayekî diqqet teqîb dikin lê di dema naha de ne hewce ye ku em swêdîyan ji Misirê derbixin.

Wezîrê derva Carl Bildt dibêje di derbarê pirsgireka Misirê de meriv mecbur dibe ku gelek pesîmîst bifikire.

– Bê gumen evan bûyerana me dikine binê endîşeyên mezin. Heya dema naha me bi rîya Yekîtîya Evrupayê hewl daye ku çareserîkî ji pirsgirekê re bibînin, lê mixabin wusa xuiyaye ku eva dawî lê hatîye, dibêje Carl Bildt.

Di pevçunên li Misirê roja då de tê ragîhandin ku bi qasê 300 kes heya dema naha hatine kûştin. Hin jî mirina kesekî swêdî nehatîye rapor kirinmê.

Danîmarka radigihîne ku ew hemû alîkarîyê ku ji Misirê re dikin ew naha ji para ve dikişînin. Herwaha Norveç  jî firotina sîlahan dide sekinandin. Lê Evin Xafaf, berdevkê wezîrê yarmetîyê Gunilla Karlsson dibêje haya dema naha tu biryar ji bo sekinandina yarmetîyê ji Misirê re nehatîye dayîn.

Jon Hedenström di rêxistina yarmetîya Swêd SIDA de berpirsîyarê Misirê ye. Ew dibêje yarmetîya Swêd ne ji rejîmê re diçe, bêtir ji rêxistinên ku ji bo demokrasîyê kar dikin re diçe. Lê bê guman heger ku rewş awha berdewam bike, alîkarî jî wê her here zehmettir bibe dibêje ew.

Yanê heya dema naha tu tedbîrek ji alîyê Swêd wek Danîmarkayê û Norveçê nehatîye girtîye.

Serok wezîr Fredrik Reinfeldt dibêje ew ji bo rewşa Misirê gelek bi endîşe ye, lê ji bo pirsa firotina silahan, ew radigihîne ku biryara firotina sîlahan di destê hikûmatê de nîne. Evê biryarê hinek meqamên dewletê didin.

Di biloga xwe de Carl Bildt bi awayekî berfirehî hewldanên Yekîtîya Evrupayê ji bo çareser kirina pirsgireka Misirê tîne ziman û dibê heger çiqas pêşveçûyîneke mezin nebûya jî wana bawerîya şîddeteke awha li hemberê çalakvanan nedikirin.

Ji Radîyoya Swêd re Carl Bildt radigihîne ku ew naha dixazin pêvajoyê bimeyzînin û di pêşerojê de jî bêtir bi rîya Yekîtîya Evrupayê li ser rejîma Misirê hewldana tesîrê bikin.

– Ya ku naha ji destê me tê daxuyanîyên hişk in. Lê wusa xuyaye ku naha biryar ketîye destê kesên serhişk li Misirê. Istîfa kirina cîgirê serokkomar jî vê nîşan dide. Em naha hin nizanin encama sîyasî wê çawa be lê emê pêvayê hem bi rîya hikûmatê û hem jî bi rîya Yekîtîya Evrupayê bi awayekî pir diqet temaşe bikin, dibêje Carl Bildt.   

  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista