Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Wêne: Erik Mårtensson /Scanpix.

Abeba Aregawi xelata zêr stand

Abeba Aregawi xelata zêr girt
0:04 min

Abeba Aregawî di misabeqeya cîhanê ya li Moskovayê de hêvîya Swêd ya xelata zêr bû. Ew herweha li pêşîya beza do de ya herî favorî bû jî. Ewê li hember vê favorîbûnê tamîş da û di pey misabeqeyeke gelek bi heyecan de wek ya yekemîn derket û xelata zêr stand. Eva xelata zêr ya heftan e ku Swêd di atletîzmê de standîye.

Di du re ew gelek kêfxweş bû.  

– Ez gelekî kêfxweş im. 200 metreyên dawîyê gellek zû çûn û di wir de gellek tevdan çê bûn. Lê min her dem li televîzyonê mêze dikir ku ez bizanibim yên din li ku ne, dibêje Abeba Arigawi.

Zemanê qezenc kirinê jî ji Abeba Arigawî re bû 4.02,69

Beza ku do hat kirin di seri de hêdî çû. Lê dema ku dû dor mabû, Abeba Arigawi xwe di cîhê dûyemîn de bi cîh kir û herwaha tempoya bezê jî  zutir kir. Ji wê wêde jî banzdan hilda binê kontrola xwe.

Gelek swêdî ji sedema qezenc kirina xelata zêr ya Abeba Aregawi şa bûn, bê guman ji wan yek jî menajerê wê Karîn Torneklink bû.

– Eva gelek tiştekî xweş e, hem ji bo me hem jî ji bo Abeba dibêje ew ji Sîpora radîyoyê re.

Lê ew di eynî demê de dibêje ku bez gelekî bi heyecan bû.

– Di nava atlêtan de wusa teng bû ku ez gelekî tirsîyam. Carekî ew bû ku bikeve jî, ji ber wî ez di serî de bi endîşe bûm. Min dixast ku ew hinekî zutir ji wanê din bireve û areyê veke, lê ewê wusa nekir. Lê di dawîyê de her tişt baş bû, û ewê xelata zêr stand. Ev jî nîşan dide ku ewê taktîkeke baş bi kar anî, dibêje menajerê wê Karin Torneklint.

Naha 6 sal di ser xelatstandina Swêd ya zêr di misabeqeyeke cîhanî re derbas bûye. Di sala 2007 de atlêta Swêd Karolina Klüft di misabeqeya cîhanî ya Osakayê de xelata zêr girtibû. Ji wê vir ve jî tu atlêtên Swêd nikaribûn zêr bigirtana. Bi xelata dawîn ve herwaha zêrên Swêd bûn 7 hevan.

Xelatên din jî di misabeqeya cîhanî ya Helsînkîyê 2005 de disa  Karolîna Klüft xelatek û Kaysa Bekvist jî bilindhilavêjîyê de yek girtibûn. Di ya Parîsê di 2003 de jî Khristiyan Olsson di xwe duravêtinê de xelata zêr girtibû. Di vir de herwaha disa Karolîna Klülft xelata zêr girt. Di misabeqa Atinayê di sala 1997 de jî Lundmilla Enkvist di banzdana 100 mêtreyî ya ser dar re qilkirinê de xelata zêr girtibû.

Lê xelata Swêd ya herî pêşîn di sala 1987 de di misabeqeya Romayê de hat. Ew dem Patrik Sjöberg di bilandhilavêjjîyê de xelata zêr girt û bi wî awayî wek xelattvanên zêr yê yekemîn kete dîrokê.     

Aregawî li welatê Afrikayê Etiyopyayê hatîye dinyayê.

Wek 17 salî ew di misabeqeyeke dibistanekî de di beza 800 mêtreyî de bû ya yekemîn. Di du re ji alîyê klubeke banzdanê, di paytext Adis abe de,  jê re hat pêşnîyaz kirin ku ew di wir de dest bi sîporê bike.

Çen dsal pey re Henok Weldegebriel ku ji Etiyopyayê ye lê 9 sale li Swêd dijî û hevwelatîyê Swêd e, beşdarê xebatên vê klûbê bû û di wir de bi Abeba yê re hevnas bû. Ew bun hizkirîyê hevdû û di sala 2009 de bi hev re zewicîn û ew di Stockholmê de bi cîh bûn.  

Heger çiqas Aregawî ji bo navê Etîyopyayê berdewama misabeqeyan kir jî ewê dixast ku bibe hemwelatîyê Swêd. Pey ku ewê ji 800 metreyî dest berda û di dewsê de di 1500 metreyî de banz da ew bastir serkaftî bû.

Di 2012 de ewê Diomand league ya li Romayê bi zemanê 3.56,54 qezenc kir û ji bo olîmpîyada li Londrayê bû favorî. Heger çiqas ew di wir de serkeftî nebû jî, ew car din xwe tof kir û berdewama serkeftina xwe kir.

Ew di yekê meha hazîranê 2012 de bû hemwelatîyê Swêd û ji wê vir ve jî ji bo Swêd dikeve misabeqeyan.  

Maria Akraka ku di 1500 mêtreyî de sporvana Swêd ya berê ye dibêje ew bawer dike ku Abeba Aregawî di misabeqeya 1500 mêtreyî  de di heman deman de di cîhanê de ya herî baş e, dibêje ew.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".