Wêne: Tomas Oneborg / SvD / SCANPIX

Polês pirsgireka xwefirotinê girîng nabîne

Xwefirotin kêm nabe
5:45 min

Gilînameyên di derbarê xwefirotinê de her çune kêm bûne. Lê eva ne ji sedemên ku xwe firotin di Swêd de kêm bûye, ji sedemên ku di nava polês de kêm kes naha bi vê pirsgirekê re kar dike. Yanê ev pirsgireka wek girîng nayê pejirandin.

Simon Häggström di nava polêse Stockholmê de dibêje meriv bi runiştandina li ber maseyekî ve nikare vê pirsgirekê çareser bike.  

– Pêwîst e ku gere meriv ji bo vî karî li derva be û li pey kesên ku seksê dikirin bigere û çavdêrîyê li ser wan bike. Yanê xwe firotin kîderê hebe, wek nimûne li derê otêla, di xanîyan de, li cedeya Malmskilnadsgatan gere em li wêderê bin. Bi kurtasî em nikarin van sucan derxin hålê dema ku em li pişt masekî rudinên, dibêje polês Simon Häggström.

Ferqîyeta naha ew e ku di nava polês de gruba ku ji bo sucên xwefirotinê kar dikirin, naha bi karê din re jî meşqul in. Wek nimûne sala 2010 vê grûbê bi tenê li derva kar dikirin. Ew dem jî me gelek tawankarên ku seks dikirîn digirtin, dibêje polês Simon Häggström.

Li gor Daîreya li hember girtina sucan, Brottsförebygganderådt, gilînameyên di derbarê kirîna seksê de li gor sala berê ji sedî 23 kêm bûye. Li gor sala 2010 û 2011 bêtir kêm bûye. Eva jî ne ji bo ku kesên seksê dikirin kêm bûne, eva bi tenê ji ber ku karê polês li hember wana kêm bûye, li gor daîreya li hember girtina sûcan.

Carina Lennquist, ku di beşa tawankarîyê de şef e, dibêje sedemê kêmbûna gilînameyan girêdayî ku polêsên îza tawankaran digerînin di ber re lêkolîna sucan jî dikin. Yanê ew naha kêmtir zemanê xwe didin li du gerandina sucdaran.  

– Dema ku em bêtir li derva ne, em dibînin ku suc jî kêm dibin, lê mixabin naha zemanê me ji bo li du gerandina sûcdaran wek brê nîne, dibêje ew.

Wussa xuya ye ku îmkanên polês ji bo çavdêrîya sûcdarên seksê ne bi tenê li Stockholmê hatîye kêm kirin, herwaha li bajar û heremên din jî rewş ne gelek baş e.

Li gor rojnameya  Sydsvenskan di nava polêsên Malmöyê de tu gurupeke ku bi taybetî bi vî re kar bike nîne. Ya ku berê hebû jî naha hatîye feremoş kirin.

Rojname herwaha behsa seksfirotina salonên masaja taylandî çê dibe dike. Dema ku rojnameyê telefonê van salona kir, ji 5 an yekî seks difirotin. Lê her çiqas malûmata seks firotina van salonan her dem ji polês re tê, eva pirsgireka tê piş çav kirin. Ji ber ku grupa pirsgireka xwe firotinê hatîye feremoş kirin, evan sucan jî bi awayekî girîng nayê dîtin.

Di malmöyê de firotina seksê serbest e û karê polês ji bo vî jî wek heneka ne, dibêje cîgirê şefê sînor Leif Fransson di nava polêsê Malmyê de.    

Ku polês firotina seksê wek girîng nabîne û pê re kar nake, di înternetê de jî xwe dide çav. Di vir de hinek salonê masajê bi awayekî vekirî reklama firotina seksê dikin.

Wek nimûne salonek di reklama xwe de awha dinivîsîne. ”Masaja me bi awayekî seksî ye. Em dendorê organê we yê cinsî bi tilîye xwe ve masaj dikin û herwaha, heger ku hun bixazin em tiştên din jî dikin.   

Serokê partîya Feministan Gudrun Schyman jî dibêje gere bêtir îmkan ji polêsan re were dayîn ji bo vê pirsgirekê, le ew dibê gere polês jî van pirsgirekan girîngtir bibine.

– Gere meriv di nava polês de jî binhêre ka ew peran bi çi awayî kar tînin. Ma çima her dem pirsgirekên ku di derbarê ewlekarî, lênêrîn û jîyana jinan de ne girîng tên dîtin û ji vî re înkan nayêne vergirtin, dibêje ew.

Ji ber ku ne kesên seksê dikirin, ne jî yê ku difiroşin ji bo gilî kirinê bi daxwaz in ew dem, gilîyê ku di derbarê seksê de dibe, bi giştî ji alîyê polêsên çavdêr ve tê kirin. Ji ber ku Stockholm di vî warî de cîyê gelek suca ne, dema ku li Stockholmê gilîneme kêm dibe eva tesîrê li ser îstatîstîka hemû welêt jî dike. Polêsê çavdêr Simon Häggström awha dibêje.

  

– Eva sucana bi kurtasî girêdayî meriv çiqas li derva ye. Yanê heger ku em bikaribin bêtir li derva bin sucê jî wê bêtir were eşkere kirin. Yanê seb li meydanê ye, dibêje ew.

Ji bo ku bêtir kesên seksê dikirin bikaribin werin girtin, naha di nava polês de hatîye biryar kirin ku gere bêtir polês ji bo vê pirsgirekê werin vergirtin. Di dema payizê de, hêjmara polêsan di vê grûbê de wê were du car kirin, dibêje Carina Lennquist. 

– Naha me biryar daye ku emê hêjmara polêsan di vir de du car bikin. Ewê wek berê hem çavdêrîyê û hem jî lêkolîna sûc bikin, lê naha hêjmara wan wê bêtir be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".