Halef Tak dema li Bulgarîstanê hate girtin.

Halef Tak vegeriya nav zarokên xwe

Halef Tak vegeriya malê
11 min

Piştî du mehan di zindanên Bulgaristanê de Halef Tak yê ji Lidköpingê serbest hate berdan û nuha di nav zarokê xwe de ye. Ew bi dilxweşiyeke mezin ji Zayele re dibêje ku tu carî bawer nedikir wê careke din vegere malê.

Halef Tak bi malbata xwe re di 20ê meha şeşan, hezîranê de ji bo tatîlê çûbû Bulgaristanê, lê ji ber ku navê wî di lîsteya Interpolê de bû yekser hate girtin. Piştî pêvajoyeke dadwerî li Bulgaristanê û guftûgoyên diplomasî ew 15 tebaxê serbest hate berdan û doh bi şev giheşt mala xwe li Lidköping.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".