Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.دەزگای کەشناسی سوید هۆشیاری پلە سێی بۆهۆی توانەوەی بەفرو هەستانی لاڤاوەوە لە هەرێمی یاڤلەبۆرێ ڕاگەیاند

Dema xwendinê hat lê xwendevan bê xanî ne

Hat weşandin tisdag 20 augusti 2013 kl 11.13
Guhdar bikin
(5:39 min)
Wêne: Claudio Bresciani/Scanpix

Vê heftîyê hemû perwerdeyên di Swêd de dest pê dikin, lê gelek wendevan bê xanî ne. Li gor statîstîka ji Daîreya xanîyan, çêkirina xanîyên ji bo xwendevanan her diçe kêm dibe. Sedemê vî jî li gor rexnegiran zehmetbûna qayîdeyan e. Yanê qayîdeyên zehmet nahêlin ku bêtir xanîyên erzan ji bo xwendevanan werin çêkirin. Ji ber wî jî gelek xwendevan mecbur dibin û dest ji xwendinê berdidin.

Li gor lêkolînke yekîtîya xwendevanan di nava 32 bajaran de bi tenê 4 havan dikaribû xanîyan ji xwendevanên xwe re peyde bike. Jesper Andersson ku wê îsal li Uppsala dest bi xwendina xwe bike dibêje, xanî dîtin li Uppsala gelek zwhmet e.

– Bi rastî rewşa xanî dîtinê li Uppsala gelek zehmet e. Ez li gelek deveran gerîyam, bi rîya Internetê ve û wekî din jî, lê di dawîyê de min ji xwe re odeyek dît. Di wir de ez bi tevê 5 kesên din dimînim. Cîhê me jî ranzeyê li ser hev in, dibêje ew.

Li gor hêjmarên Daîreya Xanîyan Boverket, sala berê 541 xanî ji bo xwedevanan hatin çê kirin, ava jî bi salên berê re qîyas kêm bûneke mezîn e. Wek nimûne di sala 2002 de 5700 xanî hatin çê kirin, yanê bi par re qîyas, ji 5000 an zêdetir.

Fredrik Pettersson ji yekîtîya xwebdekaran Studentkåren dibêje rewşa kêmasîya xanîyan gellek xeter e.

– Belê rewş gelek xerab e. Cîyekî hevbeş ji bo ku xwendevan serî lê bidin nîne. Ji ber wî jî zehmete ji bo me bizanibin çend xwendevan bê xanî ne. Lê em dizanin ku ew gelekin û dor jî heye 2 saln e. Ji ber ku kêm xanî çê dibin, û yên ku ji bo biryara çê dibe jî gelek caran tên îtîraz kirin û demeke dirêj di dadgehê de dimîne, dibêje Fredrik Pettersson.

Ji bo ku bêtir xanî çê bibin wezîrê xanîyan Steffan Attenfal naha lêkolînek li dar xistîye kû destûrê ji bilî şaredarîyan bide meclîsên heremî jî. Lê eva pêşnîyaza ji alîyê Mats Gerdau serokê şaredarîya Nacka ve tê rexne kirin. Ew dibêje eva ji bo xwe li rêvebirina şaredarîyan û monopola pîlan kirina xanîyan tehdîdek e. 

– Di alîkî de monopola plankirina xanîyan ji şaredarîyan re hatîye dayîn û di alîyê din de li gor vê pêşnîyazê rêxistineke din wê bikaribe di derbarê cîhê xanî çêkirinê de biryar bide. Eva tê mehneya ku merivê li dijî biryarnameke 1000 salî derkeve. Ez bawer nakim ku ava wê çêkirina xanîyan zutir bikr, dibêje ew.

Mihalefet jî di wê fikrêda ye. Veronika Palm berdevkê partîya Socîaldemokratan di derbarê meseleyên xanîyan de, dibêje çareserî bêtir lêkolîn kirin nîne. Ya ku Swêd hewce dar e bêtir xanî ne û ji vî re jî bêtir lêkolîn ne pêwîst e, dibêje ew.

Ivon Svensson şefê hiqûqê ji Daîraya Xanîyan di derbarê qaîdeyên çêkirina xanîyên xwendevan de dibêje wana xebatek kirine ji bo ku qayîdeyan ji bo çêkirina xanîyên xwendevanan hêsantir bibe.

– Qayîdeyên ku di derbarê çêkirina xanîyan de ne, çend hev beş in. Hinek qaîde di qanûnê de û ji alîyê Meclîsê ve hatine biryar kirin. Hinek jî ji alîyê me ve. Û ji bo vî jî me naha xebatek dest pê kirîye ku çêkirina xanîyên ji bo xwendevanan hêsantir bibe. Wek nimûne me gotîye gere ne pêwîst be ku gere her kes mitbaxa wan ya bi serê xwe hebe, meriv gere bikaribe mitbaxên hevbeş bi kar bîne dema ku meriv xwedevan e. Herwaha gere meriv bikaribe himamên hevbeş jî ji xwendevanan re çê bike. Ew dem eva wê gelek tiştan hêsantir bike. Ji ber ku li gor qayideyên nû gere himam cuda bin, dibêje Ivon Svensson.

Di derbarê pêşnîyaza ku meclîsên heremî jî bikaribin di biryardayîna xanî çêkirinê de desturdayîbin jî, ew pozîtiv e.

– Ez bawer dikim ku ewê baştir bibe dema ku meriv pirsgirekê ji asta şaredarîyan derbixe û bêtir bike meseleyeke heremî. Ji ber ku naha gelek kes di şaredarîyekî de dijîn û di yeke din de kar dikin. Ji ber wî jî li gor min wê baştir bibe, lê ez bawer dikim ku ji bo vî gere qanûn were guherandin, bê guherandina qanûnê eva ne minkûn e, dibêje ew.   

Jesper dibêje dema ku xanî dîtin ew qas zehmet e, meriv difikire ku di dewsê de dest bi kar bike. Ji ber ku di vê rewşê de xwendin gellek zehmet e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".