Wêne: Rune Stoltz Bertinussen/Scanpix

Hikûmat erdê gelên laponan xerab dike.

5:05 min

Iro 5 kesên birevebirên gelên laponan, wek samer, di rojnameya Dagens Nyheter de dinivîsînin ku sîyaseta hikûmatê kultur û hebûna gelê laponan tehdît dike. Di dewsa ku mafê gelên laponan qebûl bike, hikûmat erdê wan dide şîrketên navnetewî û bi awayekî ne baş bi kar tîne, dinivîsînîn ew. Jörgen Jonsson ku berpirsîyarê Federasyona lapona ye dibêje şîrket erdê laponan xerab dike.

--Ew erdê lapona yê ji bo çêrandina gakuvîyan kolonîze  dikin. Ew destura şîrtketên derva ji bo ne çê bi karanîna erdê me didin û evê qet bê fikrirandina xarina heywanan dikin, dibêje Jörgen Jansson.

Eva ji gelek nimûneyan yek e ku dewlet bi rîya qanûna derxistina mîneralan, destûra mîneral derxistinê dide şîrketên derva.

Evan biryaran jî bune sedemên gelek çalakîyan. Heftîya berê 6 kes hatin girtin. Wana di serê rîyê de çalek vedabûn, dar û ber xistibûn serê rê û herwaha xwe zincîr jî kiribûn.

Di meha temûzê de jî 9 kes dîsa ji ber çalakîyan hatibûn girtin. îro jî  çalakîyê werin kirin.    

Heger çiqas gelek dadgehan biryara mafê lapona dabe jî, hikûmat biryara dadgehan piş çav dike, dibêje Jörgen Jonsson.

--Dadgehê gotîye ku heqê lapona ya xwedîbûna vî erdî heye, eva tiştekî dîrokî ye, û herwaha gere ew bikaribin di derbarê bi karanîna vî erdî de jî qerarê bidin, li gor mafê merivan jî ev wusa ne, dibêje ew.

Eva kana ku naha tê pilan kirin erdê çêrandina gakuvîyên lapona ji hevdû diqetîne, li gor lapona eva jî ji bo mêzekeirina gakuvîyan û herwaha jî ji bo kultura lapona tehdîdekî mezin e, dibêje Jörgen Jonsson. Mêzekirina gakuvîyan nikare were kirin dema ku hemû erdê wan ji alîyê şîrketan ve tê parçe parçe kirin, dinivîsîne ew, di rojnameya Dagens Nyheter de.

Lê li gor wî hin jî hikûmatê fikra lapona guhdar nekirîye.  

--Me gelek civîn çê kirine, û gelek qerar jî girtine û ji hikumatê re şandîne, lê mixabin heya dema naha wana bersiva me nedaye û herwaha tiştekî din jî nekirine. Yanê tu îmkana me ya ku di derbarê erdê xwe de fikra xwe bibêjin nîne.

Di meseleya li hesin gerîna li Kallakê de wezîrê kasibkariyê Annie Lööf ji radîyoya lapona re gotibû ku rêxistina ku ji bo derxistina hesin destur daye, hikumat nîne, birêvebirîya wilayetê- Länsstyrelssen e.

Lê sîyaseta hikûmatê ji alîyê sîyasetmedarên din ve jî hatîye rexnekirin, di van roje dawîye de. Di xeberdaneke xwe de li bajarê Umeå, Jonas Sjöstedt serokê partîya çep, vänster partîet, qanûna derxistina mîneralan wek lîberal bi nav dike.

Li gor vê qanûnê gelek zehmet e ji bo ku meriv bikaribe daxwaza li gerandina mîneralan neyne bi cîh. Partiya çep dixaze ku gere meriv nikaribe di erdê parastî de li mîneralan bigere. Herwaha ew dixazin mesûlîyeta şîrketan di alîyê aborî de jî bêtir bibe û hem jî di destur dayinê de mafê kesên xwedî erd jî zêdetir bikin.

Partîya çep dixaze ku herwaha xercê ku naha şîrketên mîneral derxistinê didin xwedîye erd û dewletê jî zêdetir bibe. Li gor qaîdeyên naha şîrket bi tenê ji 0,2 bahayê mîneral dide. Eva jî bi welatên din re qîyas gelek hindik e. Sjöstedt dixaze gere eva xerca derkeve ji sedî 10 bahayê mînaralên ku tê derxistin.  

Lê Maria Wickberg jî ku di partîya Centerpartiet de pisporê bazirganîyê ye û herwaha di wezareta Kasibkarîye de kar dike, ji radîyoya swêd re dibêje, qaîdeyên baş ji bo derxistina mîneralan gelek girîng e.

--Be guman gere meriv jibartinekî bike. Ji bo me gelek girîng e ku rewşa sermaye danînê li Swêd baş be. Ji bo hatina şîrketan jî eva pêwîst e. Gere qaîdeyên ji bo gerandina mîneralan û derxistina wan hêsanî be. Wekî din kesekê wê nexaze werin vira. Naha gelek sermaye di derxistina mîneral de hatîye danîn û eva jî bi qasê 8 000 kar peyda kirîye, dibêje ew.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista