Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Löfven dixwaze sîstema sîgorteya teqawidiyê rake

Hat weşandin måndag 26 augusti 2013 kl 10.15
Wêne: Henrik Montgomery/Scanpix.

Serokê partiya sosyaldemokratan Stefan Löfven doh di axaftina xwe ya havînê ku di parka Vasa de pêşkêş kir got ku ew dixwaze PPM, sîstema sîgorteya teqawidiyê rake.

Löfven behsa rexneyên herî dawî yên hember sîstema sîgorteya teqawidiyê kir û soz da ku di grûpa taybetî ya teqawidiyê de, ya partiya wî tê de ye li gel partiyên burjwa, kar bike da ku PPM êdî nemîne.

Di axaftina xwe ya havînê ku li parka Vasa li Stockholmê pêşkêş kir herweha behsa wê kir ku ew ne bi nête li dij jêbirîna pêncem ya baca karî rawest e, lê li gor Löfven, eger bû behsa jêbirîneke şeşem wê demê sînor tên danîn.

Astengiyên di warê dibistanan de xaleke din bû di axaftina serokê partiya sosyaldemokratan, Stefan Löfven de. Löfven behsa tevgera hilbijartinê kir û got ku ew hêvîdar e peyameke tund bo wezîrê perwerdeyê Jan Björklund, ji aliyê xwendevanên sala bê de bibîne.Pirseke din ku Löfven di axaftina xwe de got ku şaredarî divê damezirandina zêde ya dibistanan rawestîne.

-Löfven dibêje ku çend prînsîpin hebûn yên em di komîteya dibistanên serbixwe de derbarê wan li hev bûn. Lê ya li ser ne li hev bûn ew bû ku şaredarî û dewlet divê xwedan berpirsiyarî bin bo rêlibergirtina damezirandina zêde. Löfven berdewam dike û dibêje, wan dixwest imkan û derfeta iflaskirinê bo dibistanan bimîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".