Wêne: Ola Torkelsson/Scanpix.
Jimmie Åkesson

"Dostên Swêdê divê beşdarî hilbijartinan bibin"

Roja şemîyê dema serokê partiya demokratên Swêdê, Jimmy Åkesson axaftina xwe ya havînê pêşkêş kir giranî danî ser giringîya helwesta partiyê di siyaseta swêdî ber bi hilbijartinên bê de. Ew ji alîgirên partiyê xwest ku dengê xwe bidin di her sê hilbijartinên dê li dar bikevin, û her di hilbijartinên dêrê de jî ya piştî çend heftiya ne.

Ew ji alîgirên partiyê xwest ku dengê xwe bidin di her sê hilbijartinên ku dê li dar bikevin, û her di hilbijartinên dêrê de jî ya piştî çend heftiya ne.

-Piştî sê heftiyan em dê dest bi pêvajoya kişandina dêra bav û kalên me ji destê rûxênerên civaka swêdî bikin û sirûda olî ya xiristiyanî di şûna bangdana mizgeftê de deynin.

Jimmie Åkesson di axaftina xwe de got ku divê hemû, her kesê xwedan mafê dengdanê ye û dostê Swêdê ye 15 meha nehan dengê xwe bide.

Li gor Åkesson dêra swêdî lawaz dibe ji alîyê olî ve û hêdî hêdî dikeve destê sosyalîst û lîberala de. û ew in yên desthilatin û ya rast û şaş li gor xwe datînin. Serokê partiya demokratên Swêdê, Jimmie Åkesson qayiş bi partiyên din re kişand ji aliyê qezenckirina kesên xwedan hatiniyên kêm û yên xwedan hatiniyên normal de.

Wekî nimûne bi kişandina hilbijêrên derbarjar û gundan û herweha kesên teqawidbûyî bi kêmkirina baca teqawidiyê, bilindkirina garantiya teqawidiyê, û neqebûlkirina planên hikûmetê derbarê ku kêmtir kes dê baca dewletî bidin. Lê Åkesson her hîna dixwaze jêbirîna baca karî ya pêncemîn bi cî bîne.

Pirsa herî giring ya partiyê, pirsa penaberiyê di axaftina Åkesson de lawaz bû, ya zelal dike ku partî dixwaze di warên din de jî cî bigire.

   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista