Wêne: Bertil Enevåg Ericson/Scanpix

Pereyên bêhtir bo şaredariyên herî zêdî penaberan pêşwazî dikin

Hikûmet dê 350 milyon kron salane deyine bo wê ku şaredarîyên, li gor meziniya xwe û hejmara şêniyên xwe , zêde penaberan pêşwazî dikin dê peredanên bêhtir werbirgirin û li hêla din yên kêm penaberan pêşwazî dikin dê kêmtir werbirgirin.

Îro beriya nîvro wezîrê entegrasyonê, Erik Ullenhag ev yeka eşkere kir dema geşerpêdanên buceya hikûmetê îro hatin pêşkêş kirin.

-Wezîrê entegrasyonê Erik Ullenhag îro di civîneke çapemenî de got ku dê sîstem bi vî awayî bêhtir serrast û adil be. Dê şaredariyên wekî Södertälje, Borlänge û Kristianstad ji vê biryarê biqezenc bin, lê şaredariyên mîna Vellinge, Danderyd û Lerum li gor Ullenhag dê bi xisar bin.

Hikûmet pêşniyaza guherînên din di sîstema peredana bo şaredariyan de dike û bi tevahî dê peredana bo şaredariyan bi 1,1 miliyar kronî di salên 2014 ta 2017 de zêde bibe.

Hikûmet herweha dide zanîn ku di payizê de dê pêşniyazek pêşkêş bibe derbarê ku yê nû tê bo Swêdê û beşdarî bernameya imkanên kar peydakirinê dibin û yên bê hoyên qebûlbar karekî munasib red dike, dê mafê xwe bo imkan û derfetên berdewam ji dest wenda bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".