Foto: Jessica Gow/Scanpix.

"Şandina pereyan ji bo nas û dostan tevlîhev e"

shandina pereyan
5:53 min

Penaber dibêjin şandina pereyan ji bo welatê xwe yê kevin tevlîhev e, zehmet e û biha ye. Lewra hikûmeta Swêdê û sektora bankeyan dixwazin hin guhertinan bikin. Lê heta ku behsa guhertinan hatiye kirin gelek wext derbas bûye û rexneyên kesên elaqedar dijwar in.

-         Bi min serêşiya mezin ew e ku şandina pereyan zêde tevlîhev e, gelek nasnameyan dixwazin.

-         Şandin gelekî biha ye û çaxê kesên bê nasname tên û kontoyeke bankê dixwazin gelek pirsgirêk derdikevin.

-         Li gor hinekan ew pereyên ku ez dişînim weke destek diçe ji terorîstan re, ev nêrîn min xemgîn dike.

Pênşema derbasbûyî li avahiya hikûmetê derbarê şandina pereyan de semînerek hatibû li dar xistin. Yasin Ahmed, Fatma Mohamud û Saif Omar sê ji beşdarên semînerê bûn. Ew jî mîna gelek kesên din rexnegirê sîstema şandina pereyan e.

Rexnegir dibêjin şandina pereyan bihaye û pêwist e heqê wê bê daxistin. Daxwazek din jî ew e ku penaberên nûhatî zû bikaribin belgeyên nasnameyê wergirin da ku mecala wan hebe hesabekî bankê vekin.

Li gor bankeya cîhanî salê di zik hev de derdorê 400 mîlyar dolar ji welatên zengîn ji welatên feqîr re tê şandin. Û li gor Wezareta Maliyê ji Swêdê salê 750 mîlyon kron ji welatën cuda re tê hinartin. Lê ev meblexên 2002ê ne. Ji hingî ve lênerîneke nû nehatiye kirin û ev jî li gor Veronica Nordlund ji dezgeha bîr û radaniyan Global Utmanin îşareta baldariya kêm ya meqamên resmî nîşan dide.

Nordlund balê dikişîne ser baldariya kêm û dibêje:

-         Ne mentiqîye pereyên ku ji Swêdê tên şandin beşekî pir biçûk ji yê Norvêc yan Danîmarka be. Em dizanin ku ev ne rast e.

Veronica Nordlund, li Global Utmaning berpirsa bernameya koçberî û entegrasyonê ye û berî niha bi çendakî lêkolînek li ser kêmasî û dijwariyên şandina pereyan ji bo welatên xwe yên kevin weşandiye.

Bi nêrîna Nordlund xêrxwaziya resmî ku ji Swêdê diçe gerekbû bi van pereyên ku ferdî têne şandin bihata temam kirin. Ji ber ku tesîra van pereyan dide pêşxistina welatê ku jê re tên şandin. Û lewra gereke Swêd vêya berbiçav bigre. Veronica Nordlund dibêje, ne eyb e û ne jî xerab e ku mirov alîkariyê bide nas û dostên xwe yên muhtac yên li welêt.

-         Mêzekirina navdewletî ku em behs dikin di cîhana akademîk de asê maye û ji aliyê siyasetvanan ve hatiye jibîr kirin. Ji dêla ku em mecal û firsendan di têkiliyên malbatî de kifş bikin em mane di wê baweriyê de ku têkiliyên malbatî zerarê didine entegrasyonê.

Nûnerên cuda ji bankeyan jî dixwazin sîstema nasnameyan bê hêsankirin, qaîdeyên banke û şîrketên transferkirina pereyan nêzîkê hev bibin. Bi nêrîna bankeyan eger ev guhertin bibin bazirganiyên nû dikarin derkevin holê.

Di semînera ku hatibû lidarxistin de wezîrên dewletê Gunilla Carlsson, Birgitta Ohlsson û Tobias Billström jî beşdar bûbûn. Wan jî rexneyên ku dihatine kirin qebûl dikirin. Wezîrê Koçê Tobias Billström got hikûmet hazir e dest bavêje pirsgirêkê û da zanîn ku wan dest bi avêdina hin gavan jî kirine.

-         Tişta êdî niha bê kirin ew e ku zanyarî bên berhevkirin, divê bê zanîn bê komên pereyan dişînin kî ne, ev pere li çi tên bi kar anîn û helbet li ser pirsên ku li vira derketin pêş bê rawestandin. Wek nimûne mirov li rêyên cuda yên şandina pereyan binêre.


Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".