SD di pîvanên hilbijêran de dengên bêhtir anîn

Li gor pîvanên hilbijêran yên heyava heştan ku Sifo pê rabû, partiya demokratên Swêdê  9,9 % anî, ev bilinbûneke bi 2,3 ji beriya du mehan ve. Yek ji sedemên bilindbûnê kare zêdebûna giraniya siyasî be derbarê pirsên koçê û penaberan.

Li gor Jonas Hinnfors, profesor di warê siyasetzaniyê de li zanîngeha Göteborg, partiya demokratên Swêdê ciyê xwe li ser astên bilind di raya giştî de saz kirine, ev danberhev bi beriya salekê re.

Hinnfors herweha dibêje ku ev partiya, partiyeke giranîyê datîne ser yek pirsê û partiyên din, di van salên dawî de bêhtir giranî danîne ser pirsa koçê û penaberan û ev yeka bo demokratên Swêdê alîkar bû ku take pirsa wan, pirsa koçê û penaberan di rojeva siyasî de bikeve pêş.

Li gor rojnameya Svenska Dagbladet û Göteborgs-Posten, partiya demokratên Swêdê li Stockholmê bi pêş ve çûne û bi heman mezinahiyê ne li rojavayê Swêdê jî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".