Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Dark Internet ketîye desê tawankaran de

Malpereke xizmetan li ser internetê bi navê Dark Internet bûye awayek bo kesên tawankar ku çalakî û karê xwe yê neyasayî bi rêve bibin, wekî bazirganiya bi mirovan ve bazirganiya narkotîkayê û herweha pornografiya zarokan.

Li gor ragihandinên kanala radyoya Swêdê P4 Kronoberg, bernameyeke taybetî ku yê bikarhêner dadixe komputera xwe dike ku ew nenas û veşartî bibe.

Ev yeka jî karê lêgerîna polîs û peydakirina tawankaran bi zehmet dike. Hizra sereke ya vê xizmeta li ser internetê bi xwe ew bû ku mirovên di welatên diktatorî de dijîn bi awayekî navnediyar bibin xwedan imkana peywendî danînê bi cîhanê re bi rêya internetê û rayeke giştî saz bikin bêyî ku ewleyîya wan dikeve xeterê de.

Ev xizmeta li ser internetê, Dark Internet, bi piştgîriya alîyên cuda hatiye damezirandin, di nav wan de dezgeha yarmetiyê ya swêdî Sida.       

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".