Wêne: Jonas Ekströmer/Scanpix

Çend kes piştî şewata li Norrtälje nexwiya ne

Çar kes piştî şewata bihêz ku doh bi şev li xaniyê lênerîna ciwanan li navenda Norrtälje bû nexwiya ne. Tirs heye ku ew di şewatê de miribin. Christer Berg, cêgirê şefê rizgarkirinê li navenda xizmeta rizgarkirinê ya Stockholmê dibêje ku ew hêvîdarin û di wê baweriyê de ne ku kesek ji cî reviya ye û tirs heye ku her sê kesên mayî di şewatê de mirin e.  

Li gor Berg nîşanin hene diyar dikin ku kesek ji cî reviya ye û ew kesa ji heftiya çûyî de ji xaniyê lênerîna ciwanan derketiye. Li gor texmînan, ev kesa doh êvarî vegeriya xanî û ev şewat li dar xistiye.

Polîs radigihîne ku du mêr û jinek karin di şewatê de miribin. Dema karmendên xizmeta agir vemirînê hatin ciyê şewatê doh bi şev, agir xwe berda bû temamê avahiyê û wan nikarîbû derbasî xanî bibin.

Heşt kes bi birînên sivik hatin guhastin bo nexweşxaneyê. Ev xaniyê hate şewitandin, xaniyek ango malek bû bo ciwanên bi pêwîstiya lênerîn û dermankirina warê psîkiyatrîyê bû ango êşên derûnî.

Ev şewat bi şewata giran ya bi mebesta kuştinê hatiye binavkirin. Pisporên teknîkî dê îro êvarî ji nû ve karibin lêkolînên xwe li ciyê şewatê bi cî bînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".