Wêne: Ingvar Karmhed/Scanpix

Kirîna xizmeta alîkariya dersan bihêz bêhtir bûye

Di hindirê sala 2012 de her çar şirketên herî mezin yên xizmeta alîkarîdana dersan cîroyek bi nêzîka 59 milyon kronî hebûn, zêdebûnek bi 41 % di salekê de, ev li gor ragihandinên rojnameya Svenska Dagbladet.

Nêzîka 50 milyon kron ji vî pereyî bi jêbirîna RUT, ango jêbirîna bo xizmetên nav malê de hate firotin. Firotina xizmetên alîkarîdarna dersan bi hêz zêde bû piştî serê salê. Hem ji ber wê ku jêbirîna RUT bo vê xizmetê bo şagirdên lîseyê, ango amadeyîyê re qebûl bû, lê li gor vî warê karî hem jî ji ber şîroveya derbarê vê mijarê baldariyek mezin da şirketên xizmeta alîkarîdana dersan.

Diyare her kes ji ber vê pêşketinê ne geşbînin. Li dezgeha dibistanan, Skolverket, nearamî saz bûye ji ber tirsa ku ev yeka dê bike ku cudabûnên bêhtir di encamên şagirdan de çê bibin, û sendîkeya mamosteyan dixwazin pereyên bacê di şûna van jêbirînan de ser imkanên di dibistanan de bên danîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".