Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Șagirdên gûmanjêkirî ji dibistanê nayên derkirin

Dibistana Lundsberg. Wêne: Scanpix.

Komîteya di weqfa dibistana Lundberg de civîneke zêde doh êvarî li dar xistin, piştî naskirin ku du kur birîndar bûbûn dema bi ûtiyê hatibûn şewitandin di çalakiyên taybetî yên destpêkirina dibistanê de, yên bi navê nollning. Birêvebiriya dibistanê nuha heşt şagird şandine malê.

Ev bûyer nuha wekî lêdan û êşkenceya giran tên lêkolîn kirin, lê li gor nerîna civîna dibistana Lundsberg ya internat tu bingeh tune bo derkirina van şagirdan ji dibistanê. Ulf Rehnmark, endamê komîteya vê weqfê ji radyoya Swêdê re îro got ku komîteya birêvebir bi çavekê cidî li vê bûyerê dinere :

-Ev hem tawanek e hember qedexeya me bo çalakiyên bi navê nollning, lê ev hem jî hêvîşikestinek e bo biserneketina me bo bicîanîna qaydeyên me û ew planên ewleyîyê yên me di sala û nîva dawî de pêk anîbû.

Lê derbarê wan neh şagirdên ku bi vê tawanê gûmanjêkirî ne, komîte dibêje ku ew li gor yasayên dibistanê diçin û li gor wan yasayan bingehekî têr tune bo derkirina wan ji dibistanê.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".