Êrîş li ber zanîngehê pêk hatibû. Foto; Scanpix

Êrîşa li Somaliya dê tesîrekê li kesên vedigerin bike?

"Gelo qet hêvî nemaye?"
5:01 min

Duh seroka koma Partiya Çep ya Stockholmê Ann Margarethe Livh vegeriya Swêdê. Livh hefteya derbasbûyî li paytexta Somaliya Mogadîşu rastî êrîşeke çekdarî hatibû. Di bûyera ku ew lê birîndar bûbû de xortê siyasetvanê heman partiyê Abdirahim Hassan di cî de hatibû kuştin.

Keça bi navê Wilo Abdulle ku piştî 20 salan ji Swêdê vegeriya Somaliya dibêje xortê ku hatî kuştin kesekî pir hezkirî bû.

Wilo Ebdulle bi xwe, yek ji gelek somaliyane ku di van salên dawî de ji Swêdê vegeriyaye Somaliya da ku li wir ji bo demokratîzekirinê bixebite. Lê Somaliya hê jî welatekî tişe xeter û talûke ye.

-         Wextê ku mirov radize yan dimeşe divê mirov li xwe miqatebe. Divê mirov hay ji tevgerên xwe, ji cil û bergên xwe, ji awayê qisekirin xwe hebe, bizanibe bi kê re dide û distîne. Wek nimûne ji xelkê re bersivdana bi çekê ji gotûbêj û nîqaşeke devkî hêsantir tê.

Lê herçend wekî ku Wilo Ebdulle behs dike Somaliya hîna welatekî pir bi xetere jî di van salên dawî de gavên ber bi başiyê ve hatine avêtin. Ji par havînê ve parlemaneke ku birêkûpêk dixebite heye û ji payîzê ve serokkomar û hikûmetek li ser kare. Di heman demê de rêxistina islamî El-şebab hatiye lawazkirin.

Wilo Ebdulle dibêje belê, eger mirov bi çend sal berê re bide ber hev rewş vêga baştir e, lê hê gelek maye ku mirov behsa welatekî bi ewle bike.

-         Heta niha jî ez neçûme hin taxên Mogadîşu û ez ê neçim ji ber ku ew der pir talûke ne. Rast e rewş gelekî baştir bûye, lê hê jî emniyet nîne. Divê mirov hişyar be û li bala mirov be ku ev der herêmeke di nav şer de ye.

Lê dîsa jî gelek somaliyên ji Swêdê vegeriyane welatê xwe yê berê da ku destekê bidine avakirina welatê xwe. Wilo Ebdulle yek ji wan e ku vegeriyaye û li wira projeyeke jin û demokrasiyê bi rê ve dibe. Ew dibêje çar-pênc kesên ku ji Swêdê vegeriyane ew dinase lê hejmara kesên vegeriyane bêhtir e.

Yek ji wan kesên ku dixwest alîkariyê bide pêşveçûnan jî Abdirahim Hassan bû. Ew gelek caran diçû Somaliya, hewl dida karkera têxe nav sendîkayan û herwiha dixwest rêxistineke ciwanan ava bike.

Wilo Ebdule dibêje:

-         Gava dihate vira fikrên wî hebûn û armanca wî ew bû ku di nav siyaseta Somaliya de cî bigre. Ev daxwaza wî pir ji dil bû  û ciwanên vira jî bi germî ew pêşwazî dikirin.

Lê çarşema derbasbûyî Abdirahim Hassan li Mogadîşu hate kuştin. Di çarçoveya projeyeke demokrasiyê de ew bi seroka koma Partiya Çep ya Stockholmê Ann-Margarethe Livh re çûbû wira û gava ku ji zanîngeha bajêr derketibûn wesayîta wan pêrgî êrîşekê hatibû.

Di êrîşê de Abdirahim Hassan û nobedarekî wan yê ji wira hatine kuştin û Margarethe Livh jî birîndar bû.

Vê bûyerê tesîrek xurt li Wilo Abdulle kiriye û niha ew li pêşeroja xwe ya li Somaliya difikire:

-         Ez difikirim bê bi rastî hêja ye mirov ewqas xwe di ber Mogadîşu re, di ber Somaliya re biwestîne. Yan gelo qet hêvî nemaye? Wextê ku mirov li insanên ku bi dilxwazî ji bo baştirkirina rewşê kar dikin dinêre, wextê ku mirov bi çekan kesên mîna Abdirahim dikuje, êdî mirov ji xwe re di keve nav fikaran û diponije: Gelo hêja ye ku ez li vir im?


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".