Wêne:Scanpix. Montage: Sveriges Radio.

Hejmara xwaringehan li Swêdê zêde bûye

Ji sala 2003 de hejmara resturan ango xwaringehan li Swêdê ji 15 000 xwaringehan bûne 20 000 û cîroya wan bi 50 % bêhtir bûye. Bo cara yekemîn sala par dahatiya warê xwaringehan zêdî 100 milyar kron bû.

Rêxistina vi warê karî û xwedanên kar, Visita bawer dike ku ev zêdebûn ji ber wê ye ku Swêd bêhtir vekirî bûye û bandora ji derveyê welat derbasî Swêdê bûye û herweha nerîna swêdiyan bo seredana xwaringehan êdî asayî û normal bûye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".