Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Dest ji wezîfeyê berda lê miaşê berê werdigire

Hat weşandin tisdag 27 augusti 2013 kl 14.28
Wêne: Janerik Henriksson/Scanpix.

Angeles Bermudez-Svankvist ya di dawiya heftiyê de mecbûr bû dest ji wezîfeya xwe wek birêvebira giştî ya daîreya karî berda, lê miaşê wê yê berê jê re dimîne. Di halê hazir de deh birêvebirên giştî yên berê ku di warên hikûmetî de kar dikirin, miaşên xwe yên berê werdigirin. Herçend ku wezîfeya wan ji dest wan çûye.

Ne hikûmet û ne jî partiya sosyaldemokratan dixwazin van qaydeyan biguherin, yën dihêlin ku birêvebirên giştî yên berê ku bi mecbûrî ji ser kar hatine derkirin, miaşê xwe her werbirgin. Li gor nerîna partiya jîngehê û partiya çep, miaşê van kesan divê bên daxistin dema des tji wezîfeyê berdidin.

Şefê polîsê seranserî yê berê, Sten Heckscher li ser daxwaza hikûmetê  li qaydeyên vî warî nerîye, lê ew pêdivîya guherînan nabîne:

-Birêvebirê giştî xwedan parastineke karî ya lawaz e danberhev bi kesên din re di bazara karî de. Hikûmet divê, ji ber sedemên yasaya bingehîn, karibe bi serbestî birêvebirên giştî yên li gor nerîna hikûmetê ne munasib bin ji ciyên wan rakin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".