Wêne: Reto Klar / Scanpix

Agahiyên hesas karin têkevin destên nenas de

Agahiyên hesas karin têkevin destên şaş de, ev xeter û metirsî kare saz bibe dema yên lêkolîner agahiyên xwe di depoyên xizmetên li ser internetê, yên bi ewran hatine binavkirin, wekî nimûne Dropbox dixezinînin.

Beşê nûçeyên kanala P3 ya radyoya Swêdê radigihîne ku nuha dezgeha çavdêriya agahiyan, Datainspektionen, hişiyariyê dide ji ber ku ev kare astengiyên din jî saz bike.

Di havînê de rexne li gelek şaredaiyan bû ji ber ku wan agahiyên kesî yên hesas di xizmetên cuda yên ewran xezinandibûn. Li gor dezgeha çavdêriya agahiyan, metirsî û rîska herî mezin ew e ku ev agahî, yên tenê bi mebesta lêkolînê hatine qeydkirin, bo aliyên din jî bên belavkirin. Bo kesên nenas yên karin van agahiyan bo mebestên din bikarabînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".