Wêne: Sofie Wiklund/Scanpix.

Dizî û xirabûna tiştên firoşgehan zererê li serfkaran dike

Dizî û xirabûna mal û tiştên di firoşgehan de salane digihêje şeş miljar kronî, ev li gor lêkolîneke enstîtûya lêkolînê ya warê bazirganiyê ku li ser daxwaza rêxistina warê karî û kardêran, Svensk Handel çê bûye.

Li gor ragihandinên telefizyona Swêdê, rêxistina Svensk Handel giheştiye wê encamê ku xisarên li firoşgehan dibin ji diziyê her di dawiyê de zererê li serfkaran dike dema buhayiya tiştan bilindtir dibe.

Beşê mezin ji vî malê tên dizîn, ango 4,4 milyar kron, tiştên li derveyê karê navxweyî dibin, ango diziya ku serfkar dikin. Lê li gor raporê  ji aliyê navxweyî de, diziya ku karmend û şef bi xwe dikin digihêje 1,6 milyar kron.

Di warê kirînên rojane de malê herî bêhtir tên dizîn goşt e û bi taybetî goştê ga ye. Ev rapor li ser bersivdanên 6 771 şirketên endam di rêxistina Svensk Handel de hatiye ava kirin.

 
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista