Pereyên bêhtir bo berlêgirtina dijberiya biyaniyan pêşniyaz dibe

Dîwana hikûmet dibîne ku Swêd yek ji welatên cîhanê yên herî baş e ji alîyê ku bi awayekî strukturî hember nijadperestiyê têkoşîn dike. Li gor ragihandinên rojnameya Svenska Dagbladet hikûmet komîteya pirsên cûdakariya nijadî wekî palpişt nîşan dide.

Lê li gor wezîrê entegrasyonê Erik Ullenhag, her kêmasî di vî warî de hene.

Dîwana hikûmetê di bîrnameyekê de dinivîsîne ku grûpên hindikayî wekî cihû, musilman, roman û afro-swêdî hîna jî tûşî rûdawên dijbiyanî û nebitolerans dibin. Wezîrê Entegrasyonê Erik Ullenhag behsa çend nimûneyan dike:

-Beriya nuha giranî hatiye danîn ser pirsa antisemiîtîsmê lê meylên dijmusilmam jî di civakê de peyda dibin. Li gor Ullenhag bûyera dengpêketî ya wê jina ducanî bi hicabê ku tûşî hêrîşekê li Farstayê bû, nimûneyeke bo pêdiviya berdewam ya çareyên bo vê astengiyê.

Di buceya sala 2014 de, ya dê di nîva meha nehan, september de bên pêşkêş kirin, dê pereyên zêde bo karê dij dijberiya biyaniyan bên danîn. Hikûmeta hevalbend dê bi tevahî 20 milyonên din di navbera 2014 û 2017 de deynin ser vî warî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".