Wêne: Karin Malmhav/Scanpix.

Jîngeha karî di dibistanan de tên çavdêrî kirin

Dezgeha jîngeha karî dê 30 % ji hemû dibistanên Swêdê di çar salên bê de çavdêrî bike. Sedem û hoyên vê yekê encamên lêkolînên van salên dawî ne yên diyar dikin ku barê karî yê giran stres, gef û şidetê di dibistanê de saz dike.

-Ya me bala xwe dayê stres e, gef û bikaranîna şidetê ye. Herweha qerebalixa di hindirê dibistanê de, sîstema hewayaguherînê ya xirab û paqijî. Û ku divê bi awayekî sîstematîk dest bavêjin karê jîngeha karî ji bo ku van rîsk û metirsiyan peyda bikin.

Li gor Karin Bennbom, berpirsiyariya jîngeha karî di dibistanan de li ser birêvebirên dibistanê ye, siyasetmedarên şaredariyan yan jî birêvebiriya wan şirketên ku dibistanên serbixwe bi rêve dibin.

Lê ji karê mûdîrên dibistanan e ku dibistan wî karê pêwîst yê sîstematîk bo jîngeha karî bi cî bîne.

Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".