Hêzên leşkerî yên Amerîka ji bo êrîşkirina ser Sûriyê li benda fermana siyasî ne.

Tesîra êrîşeke navnetewî li ser Sûriyê wê çi be?

Êrîsha muhtemel li hember Sûriyê
9:43 min

Pirsa Sûrî derbasî qonaxeke nû bûye. Gotûbêjên heta niha ew bûn bê mudaxeleyeke navnetewî bê kirin yan na. Lê bi bikaranîna çekên kîmyayî li Şamê re pirsa ku tê kirin ev e: Gelo êrîşa li hember rejima Sûrî kengî wê bê kirin?

Îcar kurdên li Swêdê êrîşeke muhtemel çawa dinirxînin?

Derbarê êrîşeke muhtemel ya ser Sûriyê de nêrînên kurdên Swêdê ji hev cuda ne. Li gor hinekan bi êrîşê re komên ku şerê kurdan dikin wê xurttir bibin û şerê heyî wê gurtir bibe, lê bi nêrîna hineke din bi êrîşê re rejima Baas wê birûxe û kurd wê bibin xwedî statu.

Seroka Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê Rûken Musto û berpirsê Kurdocide Watch CHAKê baskê Swêdê Azad Heyderî xwediyê du nêrînên bi temamî ji hev cuda ne.

Ji bo hevpeyvînan li rapora dengî guhdar bike! 


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".