Wêne: Scanpix

Firokvanên Ryanair tevgereke sendîkeyî ya veşartî saz dikin

Firokevan ango pilotên di şirketa Ryanair de kar dikin toreke navnenas ya taybetî bo pirsên sendîkeyî saz kirine, ji ber ew ditirsin karê wan ji destê wan here eger bi awayekî eşkere vî karî bikin.

Newêriya pilotên Ryanir bo şîrovekirin û organîzekirina pirsên sendîkeyî bi awayekî eşkere yekcar neqebûlbar û nementiqîye li gor wezîra bazara karî ya Swêdê, Hillevi Engström:

-Engström dibêje, yekcar neqebûlbar e. mafên sendîkeyî mafekî mirovayî yê navendî ye û yê di peymanên cuda yên navneteweyî de tên parastin. Û sazkirina tevgereke van pirsan pirseke bingehîn e.

Partiya sosyaldemokratan jî dibêjin ku rewşa karî di şirketa Ryanair û şirketên din de yên mafê sendîkeyî binpê dikin pirseke ji Yekîtiya Ewrûpayê re ye. Partiya çep jî ev merc beriya nuha danîne ser YE.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista