Dibistana Lundberg. Wêne: Scanpix.

Dezgeha çavdêriya dibistanan Lundsberg girt

Dezgeha çavdêriya dibistanan biryareke demî da ku dibistana Lundsberg bigire. Biryara dezgehê tê bi wateya qedexekirina demî bo kar û çalakiyên dibistanê û bi vê yekê jî dibistan ji sibê de tên girtin. Ev qedexekirin kare ta şeş mehan dirêj bike.

Biryara girtina dibistana Lundsberg hat piştî ku du kur birîndar bûn dema bi ûtiyê hatibûn şewitandin di çalakiyên taybetî yên destpêkirina dibistanê de, ya bi swêdî jê re dibêjin nollning.

Ev bûyer nuha wekî lêdan û êşkenca giran tên lêkolîn kirinTa nuha neh şagird bi tevlîbûna vê tawanê gûmanjêkirî ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".