Rewşa aborî ya Swêdê her baş dimîne

Di pêşbîniyën xwe yên herî dawî de enstîtûya konjunkturê dinirxîne ku hatiniya neteweyî ya nesafî ya Swêdê, ya bi swêdî ji wê re dibêjin BNP, dê bi 1,1 % îsal zêde bibe, û sala bê bi 2,6 % û bo sala 2015 bi 3,3 %.

Bêkarî dê îsal li ser asta 8 % be û sala bê dê dakeve 7,8 %, ya diyar dike ku dê bêkarî bi leztir dakeve danberhev bi pêşbîniyên enstîtûyê yên berê re.

Enstîtûya konjunkturê bawer nake ku dê bankeya navendî fayiza sereke hinekî din jî daxîne û di wê baweriyê de ne ku dê bilinkirina yekemîn ya fayiza sereke di çarmehên pêşî yên sala 2015 de bibe. Û li gor analîza enstîtûya konjunkturê eger hikûmet bixwaze asta refahê ya li dar e bihêle, wê demê dê mecbûrî bilinkirina bacê bibe bi 80 milyar kronî ta 2017, ev eger armanca zêdebûnê di aborîya dewletî de bi cî bibin.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".