Wêne: Ingvar Karmhed/Scanpix.

Mûdîr û birêvebiriya Lundsberg dest ji kar berdidin

Komîteya birêvebir ya dibistana Lundsberg çarşemê êvarî biryar da ku mûdîrê dibistanê ji wezîfeya wî bavêjin û dest ji ciyên xwe di komîteyê de bihêlin. Ev piştî ku dezgeha çavdêriya dibistanan biryareke demî da ku dibistana Lundsberg bigire.

Biryara dezgehê tê bi wê wateya ku qedexekirina demî bo kar û çalakiyên dibistanê ye û dibistan ji îro ve hatiye girtin. Ev qedexekirin kare herî zêde ta şeş mehan dirêj bike. Biryara girtina dibistana Lundsberg hat piştî ku du kur birîndar bûn dema bi ûtiyê hatibûn şewitandin di çalakiyên taybetî yên destpêkirina dibistanê de, ya bi swêdî jê re dibêjin nollning.

Ev bûyer nuha wekî lêdan û êşkenca giran tên lêkolîn kirinTa nuha neh şagird bi tevlîbûna vê tawanê gûmanjêkirî ne. Lê bo Sofia Orre, endama komîteya birêvebir ya dibistanê, zehmet e tê bigihêje bê dezgeha dibistanan çawa biryareke bi vî awayî werdigire.

Orre ji radyoya Swêdê re dibêje ku dezgeh hiştiye 170şagirdî bê cîyekî xwendinê bimînin û di demeke wisa kurt de wan pêşagahdar kirine. Ev karekî ecêb e û nayê têgihiştin. Lê di heman demê de ew rexneyên dezgeha çavdêriya dibistanan qebûl dike û dibîne ku di ciyê xwe de ye û nuha divê komîteya birêvebir li karê hundirîn binere û xebateke bi hêz bike bo rizgarkirina dibistanê ji vê rewşê.

Wezîrê perwerdeyê Jan Björklund biryara dezgehê bo girtina dibistana Lundsberg ya internat diparêz e:

-Ez ji rewşa wan şagirdên bêsûc têdigihêjim, û ji ber wê jî ez merc li birêvebiriya Lundsberg û şaredariyên malên van şagirdan datînim ku di demeke zû de ciyekî xwedninê ji wan re peyda bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista