Wêne: Lotta Jarlsdotter/Scanpix

Îro hukmê doza Södertälje eşkere dibe

Îro biryara dadgehê tê bo doza navê Södertälje lê bûye û ya derbarê tawankariya giran ya organîzekirî ye. Beşê nûçeyên radyoya swêdê, Ekot radigihîne ku pêvajoya berfireh ya dadgehkirinê nuha dubare di dadgeha destpêkî de ji ber narezayîyê pêk hatiye, dadgeh li sê bûyerên kuştinê dinere û çendîn rewşên şantajiya giran jî.

Di vê dozê de 18 kes tawanbarkirî ne û gelek ji wan di demeke dirêj de hatine tewqîfkirin. Anders Göranzon, şef e bo beşê lêgerînê yê polîsê Södertälje:

-Bandorên van imkanên derbarê tawanên ku ev kesana bi wan tawanbarkirî ne, hiştine ku rewşa Södertälje nuha aramtir bibe . îro ew rêxistinên tawankar ta radeyekê di şokê de ne û belkî xwe amade dikin bo ku careke din li ser piyan rawestin û xwe organîze bikin.

Di sala 2009 û 2010 de sê kuştin li Södertälje bûn. Ya herî bêhtir ji van kuştanan deng pê ket, kuştina lîstikvanê fotbolê bû û birayê wî. Piştî wê polîs kar û imkanên herî mezin ta vê dema me danîn ser tawankariya organizekirî.

Di vî warî de Södertälje ji gelek aliyan ve berçav e. Biriyara dadgehê ya tên payin ku îro piştî nîvro tên eşkere kirin dibe ya duemîn ji dadgeha destpêkî di vê dozê de. Hukmê pêşî nehat qebûlkirin û bi narezayîyê hate nirxandin. Ji ber wê jî pêvajoya dadgehkirinê ya nîv salê dirêj kir mecbûr bû dubare bibe.

 
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".