Çend qaçaxçiyên sûrî derbas kirine hatin girtin

Qaçaxçiyên gûmanjêkirî, doh çarşem hewil dan ku 51 penaberên sûrî li ser pira Öresund derbasî Swêdê bikin, lê ew li Lernacken li Malmö hatin rawestandin, ev li gor ragihandinên bîroya rojnameyan ya nûçeyan, TT.

Herweha doh piştî nîvro basek jî ya tê de 45 paneberên sûrî hebûn û çar mêrên bi organîzekirina karê derbaskirina wan gûmanjêkirî ne hate rawestandin û ev mêr teslîmî polîsê Malmöyê bûn.

Çar saet piştî vê bûyerê baseke biçûk ya tê de şeş penaberên sûrî hebûn hate rawestandin. Yê şufêr, ku nişteciyê bajarê Göteborg bû bi gûmana qaçaxçîtiya mirovan ji aliyê polîs ve hate girtin.

Polîs hemû penaberên sûrî danîn hotêlekê. Û ew bi tu tawanan ne gûmanjêkirî ne û li gor texmînên şefê çapemenîyê yê dezgeha koçê, Fredrik Bengtsson , tên payin ku ew hemû dê daxwaza mafê penaberiyê li Swêdê bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".