Di nava hefteyekê de zêdeyî 100 kesî ji bo têkiliya cinsî peyam şandin. Foto: Radyoya Swêdê

Dixwazin ji keçên 14 salî seksê bikirin

Seksa bi zarokan
5:20 min

Li Stockholmê daxwaza kirîna têkiliya cinsî bi zarokan re zêde ye û ev bi awayekî eşkere ser înternetê tê kirin.

Radyoya Swêdê ji bo ceribandinê anonsek bi vî rengî xiste înternetê: ”Ez keçeke 14 salî me, navê min Emma ye û ji bo pereyan ez li têkiliya cinsî digerim”. Sê deqeyan piştî weşandina anonsê xelkê dest pê kir û lê geriyan.

Rojnamevanên bernameya Verkligheten ya Radyoya Swêdê Magnus Arvidson û Paloma Vangpreecha berya deh rojan ji bo ceribandinê li ser înternetê anonsek bi vî rengî belav kirin.

Silav! Ez keçeke çardeh salî me û ji bo pereyan ez dixwazim bi mêran re bikevime têkiliyê. Ji bo firikandina xweşanînê ez 500 kronî, ji bo mijandinê 1000 kronî û ji bo razanê 2000  kronî distînim. Li Stockholmê dimînim, karta min ya SL heye, ango dikarim xwe bigihînim ciyê ku tu bixwazî. Zêde tecrûbeya min di vî warî de nîne, lewra divê tu alîkariya min bikî. Ez keçeke esmer, devliken, zeîf û nazik im. Li min bigere :).

Belê, anonsa ji bo ceribandinê bi vî awayî hatiye nivîsandin û sê deqeyan piştî weşandinê peyama yekê bi rêya telefonê tê.

Hefteyekê piştî weşana anonsa bi navê Emma hejmara kesên ku lê geriyan e zêdeyî sedî ye. Bi gelek ji van zilaman re wext û cî jî hatiye veqetandin û her carê ji wan re hatiye eshîkirin ku keça ku ew dixwazin pê re razin tenê çardeh salî ye. Lê dîsa jî zilam tu îtîrazê nakin, berevajî û pirsên hûrgilî derheqê bejn û bala wê de jê dikin.

Rojnamevana ku xwe weke Emma dide nasîn dibêje ku ew derdorê 150 sentîmetre dirêj e û giraniya wê 50 kîlo ye. Tarîf bi dilê mişterî ye û ew derbasî bazariyê dibin.

Di vê ceribandinê de xuya dibe ku piraniya zilaman pir eşkere tev digerin û qet natirsin ku ew bêne girtin. Heşt ji wan ji hejmara xwe ya qeydkirî geriyane û mirov dikare bi hêsanî bibîne bê ew kî ne. Temenê wan di navbera 18 û 64 salî de ye. Hinek ji wan berpirsên şîrketan e, hinek di branşa ewlekariyê de dixebitin, hinek mihasibin û hinek jî pisporên komputeran e.

Yek ji wan kesên ku bi neyta têkiliya cinsî beramberî pereyan li ”Emma” geriyaye ”Anders” e ku bi xwe şefê şîrketekê ye. Ew dibêje li ciyê kar jî ew dikarin îşê xwe bikin, lê li mal nabe, ji bo ku jin û zarokên wî hene.

Yekser piştî axavtina wî ya bi Emma re rojnamevanên radyo lê digerin, xwe didin nasandin û dibêjin wan ji bo ceribandinê ev anons weşandine. Bi şertê ku nasnameya wî nehênî bimîne ew qebûl dike ku hevpeyvînekê bide radyoyê.

Ji rojnamevanan re ew eşkere dike rast e ew xwedîşîrkete û bavê zarokan e, lê dibêje eger zarokên wî bi xwe di 12 saliya xwe de bixwazibin xwe bifiroşin ew ê li dij dernekeve. Û ji xwe li gor wî gereke têkiliya cinsî bi zarokan re serbest bihatiba hiştin.

Zanna Tvilling polîs e û beşê karê wê taybet li hember seksa zarokan e. Ew dibêje mixabin bazar û lêgerîneke têkiliya cinsî bi zarokan re heye. Nayê zanîn bê ev bazarî çiqas mezin e lê ji hejmarên heyî zêdetir e û piraniya bazariyê li ser înternetê tê kirin.

Tvilling bi berdewamî dibêje encama têkiliya cinsî bi zarokên wiha temenbiçûk re dikare jiyana wê kesê bi temamî têk bibe


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".