Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Ryanair sûcdarîkirinên hember wan red dikin

Michael O'Leary, birêvebirê giştî yê şirketa balefiran, Ryanair. Wêne: Bertil Enevåg Ericson/Scanpix.

Birêvebirê giştî yê şirketa balefiran, Ryanair, Michael O´Leary di civîneke çapemenî de sûcdarîkirinên hember şirketê yên derbarê kêmasî di warê ewleyîyê de, rewşa karî ya xirab û helwesta li dij organîzekirina pirsên sendîkeyî, red dike.

-Rê li ber kesekî di Ryanair de nayê girtin ku bibe endamê sendîkeyê. Ev firokvan ji şirketên hevrikê me ne û sendîkeya firokvanan ba şirketên hevrik. Ev kampanyayek e bi armanca ku Ryanair van tawanbarkirinan li ser xwe qebûl bike û bi sendîkeyê re têkeve giftûgoya peymanan de.

Şirketa Ryanair hemû tawanbarkirinên hember wan red dikin piştî beşê nûçeyên radyoya Swêdê, Ekot, di hundirê vê heftiyê de eşkere ku firokevan ango pilotên di şirketa Ryanair de kar dikin toreke navnenas ya taybetî bo pirsên sendîkeyî saz kirine, ji ber ew ditirsin karê wan ji destê wan here eger bi awayekî eşkere vî karî bikin.

Û wezîra bazara karî ya Swêdê, Hillevi Engström rexneyên tund li şirketê kir. Herweha partiya sosyaldemokratan jî gotin ku rewşa karî di şirketa Ryanair û şirketên din de yên mafê sendîkeyî binpê dikin pirseke ji Yekîtiya Ewrûpayê re ye.

Partiya çep jî daxwaze bojkotkirina şirketa Ryanair kiribû û merc beriya nuha danîne ser YE.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".