Wêne: Fredrik Sandberg /Scanpix.

Pênc kes ji ber tevlîheviya li Husby tawanbar bûne

Pênc kes bi tevlîbûna rûdaw û tevlîheviya li Husby û Kista li Stockholmê di gulanê de, hatin tawanbarkirin. Kesek bi tevlîheviya bişidet û bikaranîna şidetê hember karmendekî hate tawanbarkirin û yekî din jî bi tawana tevlîheviya bi şidet hate tawanbarkirin.

Yên mayî bi karê amadekirina tawanê û xirabkariya giran hatine tawanbarkirin.

Nearamî û tevlîhevîya wê demê di du heftiyan de berdewam kir. Wê demê gelek siyare hatin şewitandin û avahî xirab bûn, û çalakvanên van tevlîheviyan bi kevran diçûne polîs û karmendên xizmeta rizgarkirinê.

Tên gotin ku yek ji sedemên destpêkirina van tevlîheviyan, kuştina mêrê 69 bû yê ji aliyê polîs ve heftiyekê berê li Husby hate kuştin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".