Wêne: Scanpix

Miaşê baştir hemşîreyan dikişîne Norwêcê

Hemşîre ango sîsterên swêdî her bo miaşên baştir diçin Norwêcê. Di van deh salên dawî de 13 704 hemşîreyên swêdî destûra karî li Norwêcê wergirtine, li gor rojnameya pirsên tenduristiyê Vårdfokus, ta nuha di vê salê de 792 kar li Norwêcê wergirtine,

Anette Bryn ji bîroya dewletî ya destûrdana karî dibêje ew hemşîreyên nû diplomên xwe wergirtine, grûpa herî mezin e li Norwêcê û piraniya daxwaznameyên karî ji Swêdê ber bi dema havînê ve digihêjin destê wan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".