Barack Obama.
FREDRIK REINFELDT

Obama çarşemê li Swêdê ye

Alozîya li Sûriyê li pêş serdana Swêdê ya Barack Obama nabe asteng. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê weke hatiye pîlankirin roja çarşemê were Swêdê. Vê yekê serokwezîr Fredrik Reinfeldt duh êvarê di bernama Agenda ya televîzyona Swêdê de ragihand û got ev hevdîtin di pêvajoyek wisa de li dar dikeve ku bala tevahiya cîhanê li ser Barack Obama ye.

Di hevdîtina roja çarşemê de dê her dû serok cîh bidin pirsên li ser bazirganî, mezinbûna aborî, hêza reqabetê û berpirsiyariyên di warê refahê de.

Serokê amerîkî Barack Obama li ser rêya tevlîbûna civîna G20 ya li Rûsyayê bi ser Swêdê re derbas dibê û dê bi temamî rojek li Swêdê bimîne. Di nav vê rojê de Fredrik Reinfeldt hevî dike li ser gelek babetan bi Obama re bide û bistîne. Dê Raul Wallenberg, ew dîplomatê swêdî ku di cenga cîhanê ya dûem de gelek cûhî xelas kiribû, were bîranîn û Reinfeldt her weha serokdewlet û serokwezîrên welatên bakûrî jî ji bo hevdîtinek bi Barack Obama re vexwendinye Swêdê. Armanc ew e ku di derbarê serkeftinên welatên bakûrî ya li beramberî krîza aborî de nêrîn û agahiyan bidin û modelên refahê yên welatên bakûrî  bigirin dest.

Lê Reinfeldt dibêje hatina Swêdê ya Barack Obama ne serkeftineke ji bo wî bi xwe ye lê ji bo tevahiya Swêdê ye.

Belê ev çend roj in guman hebû ku Barack Obama ji ber aloziya li Sûriyê nikaribe were Swêdê. Şik hebû ku piştî bikaranîna çekên kîmyewî li dora Şamê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êrîşek bi ser Sûriyê ve bibe.

Lê piştî axaftina Barack Obama ya roja şemiyê diyar bû ku, her çendî weke serok xwedî desthelatî ye ku emrê êrîşê bide, dê ew guh bide destûr û biryara kongreya Amerîkayê. Ev jî dike ku êrîşeke muhtemel ya li hemberî Sûriyê dê çend hefte were paşvexistin. Lê Obama her weha gotibû ewê guh nede Neteweyên Yekbûyî ku di warê helwesteke hevbeş ya li beramberî Surîyê de felc bûye.

Lê serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt di vê derbarî de helwesteke dijber digire û dibêje Swêd alîgir e ku pirsa Suriyê di nava sîstema Neteweyên Yekbûyî de were çareserkirin.

– Bi ya me pêdiviya sîstema Neteweyên Yekbûyî bi demê heye û di saya daxuyaniya Barack Obama de ev yek mimkûn dibe. Heyeta çavdêr ji Şamê birêketiye. U bi ya me bikaranîna çekên kîmyewî tişetekî gelek nefretbar e. Ji ber vê gereke em vê pirsê têxin nava sîstema Neteweyên Yekbûyî û çareseriyeke siyasî jê re bibînin.

– Helwesta Swêdê ev e. Lê ji aliyê din ve ez hêrsa amerîkî jî fam dikim. Ji ber ku sîstema Neteweyên Yekbûyî ji dema cenga cîhanê ya dûemîn e û çend endamên bi hêz her tim hevûdû asteng dikin. Lê di zemanên niha de em êdî nikarin li beramberî binpêkirina mafên însanî re bêdeng bimînin, dibêje Reinfeldt.

Li ser pirsa bernama Agendayê ku gelo ew bi awayeke zelal li hemberî êrîşek li dijî Suriyê ye Fredrik Reinfeldt dibêje:

– Ez nikarim bibînim ka mirov bi êrîşeke leşkerî dikare çi bidest bixe. Ez ne bawerim çareseriyeke leşkerî ya rewşa li Suriyê heye. Elbet emê nefreta xwe ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî nîşan bidin. Lê divê wan tiştên em dikin me bigihîne wan encamên ku em daxwaziya wan dikin. Ji ber vê gereke em pirsgirêka Suriyê ji binî ve çareser bikin. Di nav dû sal û nîv de 110 hezar kes hatine kuştin. Gereke em bi rêyên siyasî û dîplomatîkî li çareseriyê bigerin, got Fredrik Reinfeldt ji bernama Agenda ya Televîzyona Swêdê re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".