Wezîrê perwerdeyê Jan Björklund. Wêne: Scanpix.

Çavdêrîkirina dibistanên serbixwe bihêztir dibe

Ata Ala, mûdîrê dibistana Hammarkull li Göteborg
6:56 min

Dezgeha çavdêrîkirina dibistanan dê imkanên bêhtir werbirgire. Hikûmet biriyar daye ku 3,5 milyonên bêhtir di buceya sala bê de deyne ser warê çavdêrîkirina dibistanan. Li gel van 3,5 milyonan dibe heft milyon kron bo vî warî.

Li gor wezîrê perwerdeyê Jan Björklund, armanca bi van pereyên zêde lênerîn û çavdêrîkirina baştir e ya dibistanên serbixwe, ango fristående, û aborîya şirketên xewdanên wan:

-Björklund dibêje em xwedanên şirketan yên bo berjewendiyên xwe aboriyê bi texmînên demkurt birêve dibin naxwazin. Û bo vê yekê jîrbûn û kompetenseke bêhtir pêwîst e ba dezgeha çavdêriya dibistanan. Ev giring e, ji be rem dibînin ku dibistanên serbixwe yên di salên 90 de ava bûn nuha di giherîna cîl û nesil de ye û dê xwedanên nû kar werbirgirin. Ji ber wê jî çavdêrîkirina van xwedanên nû giring e û bûyerên dertdora JB Education, nîşaneke vê yekê ye.

Derbarê vê pirsê Ata Ala, mûdîrê dibistana Hammarkull li Göteborg ya bi ser şaredariyê ve ye, dibîne ku danana imkanên bêhtir bo çavdêrîkirina dibistanên serbixwe û aboriya şirketên xwedan karekî baş e:

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".