Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i en industrilokal. Giftig rök sprider sig österut mot Giraffens köpcentrum. Alla som befinner sig i området bör bege sig därifrån. Boende i området uppmanas att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Kalmar.
(Publicerat idag kl 17.16)
.دەزگای کەشناسیی سوید هۆشیاری پلە سێی بەهۆی توانەوەی بەفرو هەستانی لاڤاوەوە لە هەرێمی یاڤلەبۆرێ ڕاگەیاند

Rûniştina daîmî ji bo penaxwazên ji Surîyê

Hat weşandin tisdag 3 september 2013 kl 10.50
Malbat dê bigihin hev:
(5:01 min)
Swêd deriyên xwe ji penaberên ji Sûriyê re vedike. Wêne: Gregorio Borgia/Scanpix.

Daîreya Koç a Swêdê biryar da ku destûra rûniştina berdewamî bide hemû penaxwazên ji Sûriyê. Bi vî re Swêd li nav Yekîtiya Ewrûpayê dibe welatê yekem ku rewşa li Sûriyê ji nû ve binirxîne û destûra rûniştina daîmî bide wan penaxwazên ku berê destûra berwext wergirtibû. Ev penaxwaz dê her weha karibin malbatên xwe jî bînin Swêdê.

Midûrê gîştî yê Daîreya Koç Anders Danielsson dibêje:

– Alozîya li wir, gelekî xerabtir bûye. Em wê nirxandinê dikin ku dê ev alozî di demeke kurt de bi dawî nebe. Ji ber vê yekê em praksîsa xwe diguherînin . Bi vî re ew li gorî qanûnên navnetewî destûra rûniştinê ya berdewamî werdigirin. Biryara me daye ev e.

Daîreya Koç salek berê biryar da ku destûrên rûniştinê yên ji bo sisê salan bide penaxwazên ji Sûrîyê. Lê ji wê demê ve rewşa li Sûriyê xerabtir bûye.

Şertên diyalogeke siyasî ya di navbera aliyên şer de îro tune ne û Daîreya koç giha ye wê encamê ku dê ev şer hêj gelek salan berdewam be.

Ew 8 000 kesên ji Sûriyê ku xwedî destûra rûniştinê ya berwext in dê niha karibin mafê rûniştina daîmî wergirtin û her weha karibin malbatên xwe jî bînin Swêdê.

Biryara Daîreya Koç ji bo penaxwazan ferqeke mezin çêdike. Berê, kesên bi destûra rûniştinê ya berwext yan jî demsînor nikarîbûn malbatên, jin û zarokên xwe bînin Swêdê. Hanna Jacob nikarîbû kurê xwe bîne Swêdê tevî ku nexweşiyek wî ya dil hebû û li Sûriyê derman tune bû.

– Daîreya koç ji ber rûniştina sînorkirî destûra hatina kurê wî ya Swêdê nedidian.

Alexandra Segenstedt li Xaça Sor a Swêdê şewirmenda koçberiyê ye û ew dibêje ev demeke dirêj e, penaberên yekem hatin ve ew bang û rica ji meqamên swêdî dikin ku ji bo yekkirina malbatan mafê rûniştina daîmî bidin û niha ji vê biryarê kêf xweş in.

Danielsson jî balê dikşîne ku encama herî mezin ya vê biryara wan a nû ew e ku dê kesên mafê rûniştinê ya daîmî wergirtine dê karibin malbata xwe ya li Suriyê yan jî ya li herêmê bîne Swêdê.

– Malbatên wan karibin berê xwe bidin balyoz-konsolosxaneyên swêdî yên li herêmê û ji bo starbûna li Swêdê vîze wergirin.

Ji ber ku li Suriyê îro nûnerayetiyeke Swêdê, yanî balyoz- û konsolosxaneyên Swêdê nîn in dê endamên malbata penaberan karibin li welatên cîran serî li nûnerayetiyên swêdî bidin.

– Bi destûrdana yekkirina malbatên penaberên sûriyeyî re Swêd deriyan vedike ku kesên ji Suriyê bi rêyên legal û qanûnî werin Ewrûpayê, bi ya Danielsson. Heta niha kesên ji Suriyê tenê karîbûn bi alîkariya qaçaxçiyên penaberan werin Ewrûpayê.

Bi vî re Swêd di nav Yekîtiya Ewrûpayê de dibe welatê yekem ku destûra rûniştina daîmî dide penaberên ji Sûriyeyê. Hemû welatên din destûrên yeksalane didin. Û di saya biryara nû de Midûrê Daîreya Koç Anders Danielsson wê şîroveyê  dike ku dê bêtir penaber werin Swêdê.

Li gorî Organa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî heta niha dido milyon însan ji şerê Suriyê reviyane. Ev deh car bêtirî jimara sala çûyî ye. Û ji bilî yên direvin derveyê welat, di nav welêt de jî çar milyon penaber hene. Li Swêdê 14 hezar penaberên ji Suriyê hene. Ji vana derdora 8 000 kes xwedî destûra rûniştina berwext bûn ku dê niha karibin destûra daîmî wergirin.  Li seranserê Yekîtiya Ewrûpayê 45 hezar kes hene, yanî ji her sisê kesî yek hatine Swêdê. Û li Swêdê jî ji her deh kesên ji Suriyê li bajarê Södertäljeyê bicîh dibin. Boel Godner seroka sosyaldemokrat ya rêvebiriya şaredariya Södertäljeyê:

– Piraniya wan penaberên têne Södertäljeyê li malên mirovên xwe bicîh dibin û ev jî dike ku gelek kes di cihên teng de dijîn. Lê her weha dê wext bigire ku ev însan gava xwe bavêjin nava civaka Swêdê. Ewê gelek sal bi alîkariya aborî ya ji sosyalê bêkar û jiyanek xizan bijîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".