Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Di nav penaberên ji Sûriyê de destbixwîn jî hene?

Hat weşandin torsdag 5 september 2013 kl 13.32
sûcdarên sherê Sûriyê
(4:14 min)
Foto: Scanpix

Swêdê mafê penaberiyê nedaye nêzîkê deh penaxwazên ji Sûriyê, ji ber ku guman hene ku destê wan di sûcên şer de heye.

Ev kesên ku guman li ser wan heye ji artêşa Sûriyê reviyane û Daîreya Koçê ji dabaşnêrên xwe xwestiye ku ew pirsên ”rast” ji van kesan bikin.

Pisporê çalakiyan li Daîreya Koçê, Lennart Eriksson dibêje:

--Kifşkirina wan pir zehmet e. Kesek dema ku tê Swêdê doza penaberiyê dike îfadeya wî tê standin û em li gorî daxuyaniyên wan bi xwe tev digerin. Yanî piranî eger ew kes bi xwe behs bike guman dikarin biçin ser, kêm caran agahî ji çavkaniyên din tên.

Dengûbasên ku ji şerê Sûriyê têne bihîstin radigihînin ku hem hêzên rejimê hem jî çekdarên dijber êrîşî sivîlan dikin û dibin beşdarên sûcên şer.

Ji wextê ku li Sûriyê şer dest pê kiriye ve 14 500 kesên ji sûriyê li Swêdê doza penaberiyê kirine. Gelek penaxwazên ku tên vira radigihînin ku ew ji artêşê reviyane.

Pisporê çalakiyan li Daîreya Koçê Lennart Eriksson dide zanîn ku gelek kes îdia dikin ku wan ji leşkeriya Sûriyê firar kirine. Hinek ji van kevneleşkeran fermandar û xwedîpozîsyonê bilind bûne. Lewra Daîreya Koçê ji dabaşnêrên xwe re gotiye divê di dema îfadestandinê de ew pirsên rast û di cî de bikin. Û heta niha ji ber şik û gumanan wan mafê penaberiyê nedane deh kesan.

Dema gumanên sûcên şer hebin Daîreya Koçê dawê radestî komîsyona sûcên şer li cem polîsê giştî dike û halê hazir 26 daweyên bi vî rengî li cem komîsyonê hene, didu ji wan penaberên ji Sûriyê ne.

Ji bilî Sûriyê kesên bi gumana ku tawanê şer kirine herî zêde ji Îraqê ne û çend kes jî ji Libya, Sudan û Rûsya li Swêdê dimînin.

Lê lêkolîna li ser van kesan hem zehmet e, hem jî pir biha ye û Swêd ancix digihîje ku salê li yek yan du dozên wiha binêre.

Û cara ewil îsal meha hezîranê kesekî ji Rwanda ji ber ku di sala 1994ê de di komkujiyan de cî girtibû cezayê miebedê lê hate birîn. Heta ku delîl hatin civandin û ceza li wî hate birîn zêdetir ji 3 mîlyon kron mesref bû.

Lê derbarê kesên ji Sûrî ku guman li ser wan heye pirs ev e. Gelo eger derkeve holê ku wan sûcên şer kirine, çi dibe? Lennart Eriksson:

– Eger hat û dadgehê ji ber sûcê şer yek mehkûm kir ew kes dikare bê dersînorkirin. Li gor peymanen Cenevre û qanûna swêdê jî Swêd dikare berdê kesên wiha ji welatê xwe.

Lê Eriksson bi berdewamî  dibêje ku biryara dersînorkirinê hebe jî halê hazir ew nikarin kesekî bişînin Sûriyê:

--Ji ber rewşa Sûrî ya niha em nikarin kesekî vegerînin Sûrî, lewra di rewşên wiha de Swêd rûniştina demkî dide wan.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".