Barack Obama li dû serdana 24 saatî ji Swêdê derbasî Rûsyayê bû.Wêne: Scanpix.

Obama ji Swêdê xatir xwest

Serdana Obama ya Swêdê bidawî bû:
5:21 min

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Barack Obama berya nîvro ji Swêdê birêket. Obama ji bo beşdarîya civîna welatên endûstriîyê G20 ya li Sankt Petersburg ji Arlamandayê derbasî Rûsyayê bû. Berya çûyîna ji Swêdê Obama serê vê sibê ji aliyê melîkê swêdî Carl XVI Gustaf ve hat qebûlkirin.

Bêdengî û aramiya nava bajarê Stockholmê serë vê sibë jî di saya serokê amerîkî Barack Obama de her berdewam bû.

Derdora Grand Hotal ku Barack Obama lê dima ji trafîk û peyayan re hatibû girtin ji ber ku dê serokê amerîkî biçûya hevdîtina bi melîkê Swêdê Carl XVI Gustaf. Û dora saat 10’an Obama li qesra qral hat qebûlkirin. Piştî hevdîtineke nîvsaatî Obama û kerwanê bi wî re berê xwe dan balafirgeha Stockholmê Arlandayê. Bi vê munasebetê rêya balafirgehê jî ji trafîka asayî  re hat girtin. Li balafirgehê heyeteke fereh ya ji wezîrên Swêdî Barack Obama birêkirin. Di nav wan de wezîra parastinê Lena Ek û ya edaletê Beatrice Ask.

Duh Obama piştî hevdîtinên dûalî yên bi serokwezîr Fredrik Reinfeldt re. Civîneke çapemeniyê li darxist. Giraniya civînê li ser êrîşeke muhtemel ya bi ser Sûriyê ve  bû. Li wir Obama got ji rejima Şamê re heger bersiveke neyê dayîn wê ne pêbaweriya bi min re lê pêbaweriya bi tevahiya cîhanê dê were îmtihankirin.

Obama di mesela êrîşeke bi ser Sûriyê ve jî got ew hêvîdar û bawer e dê Kongreya amerîkî wê piştgiriya ku dixwaze bide wî. Serokê amerîkî got di dest wan de delîlên xurt hene ku rejima Şamê çekên kîmyewî bikar anîye û got bersivdan bikaranîna çekên kîmyewî ne ”xeteke sor” ya min e. Bikaranîna van çekan ji bo sedî 98ê welatên cîhanê xetekî sor e, û her weha ji bo Kongreya amerîkî jî, got Obama.

Lê serokwezîr Fredrik Reinfeldt di civîna çapemeniyê de got ew dûdiliya Amerîkayê ya li beramberî Sûriyê fam dike, lê binxêz kir ku ”dê ev welatê biçûk (yanî Swêd) her tim hêviya xwe bi Neteweyên Yekbûyî ve girê bide”.

Nehênîguhdarîkirinên rêxistina îstixbarî NSA û êrîşeke bi ser Sûriyê ve ciheke fereh girt.

Obama got bila tu kes bi xem nebe ku emê li telefonên wan guhdarî bikin û e-nameyên wan bixwînin.

Barack Obama bi taybetî jî ji ber casûsiya NSA ku ji aliyê Edward Snowden ve hatibû aşkerekirin pirs wergirtin. Ajansa nûçeyan ya Swêdî TT dixwest zanibe çima DYA bi awayeke nehênî guhdariya hikûmetên endamên Yekîtiya Ewrûpayê dike. Bersiva Obama ew bû qanûnên amerîkî bi pêşkeftinên teknîkî re hemgav nîne û got sirf ji ber ku em dikarin taqîbatê bikin divêt em nekin, gereke em taqîbata wan tiştan bikin ku ji bo ewlekariya me ya netewî xeter e. Lê Obama her weha jî got ew agahiyên ku rêxistina îstixbarî NSA berhev dike her weha ew welatên aciz jî bi heman karî radibin û li ser zêde kir û got ew welatên aciz ku herî zêde nerazîbûna xwe tînin ziman di saya agahiyên nehênî ku NSA berhevkirine de karîbûne êrîşên li hemberî welatên xwe berteref bikin.

Obama duh pişt nîvro ji bo bîranîna dîplomatê leheng Raul Wallenberg tevlî merasimeke li sînegoga cûhiyan ya li Stockholmê bû. Û duh êvarê jî Barack Obama bi tevî serokdewlet û serokwezîrên welatên bakûrê Ewrûpayê li qesra Sagerska ya serokwezîr Reinfeldt xwarina êvarê xwar...

Swêdî di derbarê serdana Barack Obama de cûda difiikirin. Gelek kes kêfxweş in ku ew hatiye Swêdê. Lê ne her kes ji hatina Obama kêfxweş bûn gelek xwepêşandan hatin kirin, bi taybetî jî yên ku negirtina baregeha Guantanamoyê protesto dikirin lê her weha çend xwepêşandanên ku li dijî êrîşek bi ser Sûriyê ve bûn. Lê qismek ji Swêdiyan jî di wê baweriyê de ne çapemenî hatina Obama zêde mubalexe kiriye.

Yên ji hatina Obama nerazî ne jî dibêjin ne pêwîst bû ku nava bajarê Stockholmê ji trafikë re hatiye girtin. Lê aliyê pozîtîf ya vê jî hebû. Di saya kêmbûna trafîkê de hewayê nava bajêr gelekî paqijtir bûye û her weha bajêr ji ber bêdengiya peyda bûye gelekî aramtir bûye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".