Foto: Bertil Ericson/Scanpix.

”Swêd hevkarê Amerîka yê casûsîyê ye”

FRA alîkariya NSA dike
6:16 min

Dezgeha Pêlgir ya Parastina Swêdê – FRA alîkariya rêxistinên casûsî yên amerîkî û birîtanî kiriye da ku bi nehênî guhdariyê bike. Kodnavê Swêdê Sardine ye.

Ev agahiya ku di parlamentoya Ewrûpa de hate eşkerekirin ji bo wezîra YE ya Swêdê Birgitta Ohlsson jî nûçeyeke nû ye:

– Haya min ji hûrgiliyan nîne. Ev zanyarî ji bo min jî nûçeyeke. Tiştekî nebaş e. Bi min dewleta min jî di nav de, Amerîka û Yekîtiya Ewrûpa jî di nav de hemû dewlet êdî zêdegaviyan dikin.

Wezîra Ewrûpa ya Swêdê Birgitta Ohlsson derheqê eşkerebûna ku Swêd ji bo guhdarîkirina bi dizî hevkariyê bi Amerîka û Birîtanya re dike vê daxuyaniyê dide.

Endamê berê yê Rêxistina Netewî ya Ewlekariya Amerikayê NSA Edward Snowden ev du-sê mehin gav bi gav eşkere dike bê NSA çawa bi awayekî nehênî û berfireh guhdariya danûstandina ser înternetê dike. Ji bilî serokên gelek dewletan heta niha derketiye holê ku NSA guhdariya rêxistinên mîna NY û YE jî kiriye.

Berya niha herwiha eşkere bûbû ku rêxistina Biryargeha Danûstandinê ya Birîtanî GCHQ jî di nehênîguhdarîkirina amerîkî de hevkarî kiriye. Û duh rojnamevan Duncan Campbell eşkere kir ku hevkarê sêyem yê van guhdarîkirinan Dezgeha Pêlgir ya Parastina Swêdê FRA ye.

YE ji bo lêkolînkirina guhdarîkirinên Amerîkî komîsyonek ava kiriye. Şevê din bi pirseke ku Duncan Campbell ji komîsyonê kir derkete holê ku Swêd bi kodnavê Sardine alîkarî daye Amerîka û Birîtanya da ku wek nimûne xwe bigihînin kabloyên binavî yên di deryaya Baltîk de.

Îcar herçend hevkariya Swêdê heta niha eşkere nebûbû jî helwesta Swêdê ya derheqê guhdarîkirina nehênî de balkêş hatibû dîtin.

Wek nimûne îsal di destpêka tîrmehê de YE xwestibû ku hin pirsên krîtîk derheqê guhdarîkirinê de ji serokê Amerîka Barack Obama bên kirin. Li gor rojnameya ingilîzî The Guardian du dewletên ku ev yek asteng kiribûn Swêd û Birîtanya bûn. The Guardian nivîsandibû ku çendîn wezîrên ewrûpî li Carl Bildt geriyabûn da ew helwesta xwe biguhere lê Bildt ji ya xwe nehatibû xwar û lewra YE nikarîbû pirsên rexneyî ji Obama bike.

Û dema ku serokê Amerîka Barack Obama hate Swêdê jî ji gelek aliyan ve daxwazek hebû  ku Swêd behsa guhdarîkirinên nehênî bîne rojevê, lê Swêdê ev nekiribû.

Îcar hê hingî pisporê ewlekariyê Joakim von Braun bal kişandibû ser hevkariyeke îstixbaratî ya navbera Swêdê û Amerîka

– Swêd sebeba behsnekirina vê mijarê bi bazirganiya serbest ve girê dide. Lê sebeb dikare hevkariya îstixbaratî be. Swêd ji bo Amerîka bazirgan û teslîmkarek girîng yê îstixbaratî ye. Û eger Swêd rexneyên di vê mijarê de bîne rojevê wê demê ev hevkarî dikare zerarê bibîne.

Ev gotinên pisporê ewlekariyê Joakim von Braun bûn, berya ku îdia bên kirin ku Swêd bi xwe yek ji hevkaran e.

Ji aliyekî din ve îro herwiha derkete holê ku di nav zanyariyên ku dikarin bên guhdarîkirin yan şopandin de agahiyên krîptekirî ango kodkirî jî hene.

Û rojnamevanê serbixwe Fredrik Laurin van agahiyan weke felaket bi nav dike.

– Ev tê wê wateyê ku hemû sîstemên ticarî yên ku hene ji aliyê Amerîka û hevkarên wê ve têne guhdarîkirin. Di nav van de girêdankên fîberê, xetên telefonê, xetên înternetê hene. Eger rast be ev felaketeke mezin e.

Fredrik Laurin yek ji wan rojnamevanan bû ku par mesela bazirganiya Telia Sonera derxistibû holê. Di karê xwe de ew agahiyên xwe kod dike û belgeyên xwe bi vî awayî diparêz e. Laurin dibêje em tev tên guhdarîkirin û herî zêde jî yên ku agahiyên xwe kod dikin.

– Endustriya Swêdê ya çekan, rojnamevan, parêzer, siyasetvan, komîsyonerên swêdî tev tên guhdarîkirin. Em ji berê de dizanin ku ev yek tê kirin. Lê niha em herwiha dizanin ku eger mirov bi krîptekirinê xwebiparêze jî mirov tê guhdarîkirin.

Derheqê eşkerekirinên dawî de reaksîyona pêşî îro ji Partiya Çep hat. Serokê partiyê Jonas Sjöstedt hevkariya Swêdê mîna rezalet bi nav kir.

– Eger ev agahî rastbin ku Swêd derveyî qanûn û qaîdeyan bi Amerîka re karê casûsiyê dike ev tam hetîketîyek e. Niha divê hikûmet her tiştî zelal bike. Û ev dike ku mirov fam dike bê ji bo çi Carl Bildt mîna ku pirsgirêkek wiha nebe, qet nedixwest behsa vê mijarê bike.


Raporek kevin


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".