Wezîrê entegrasyonê Erik Ullenhag û hikûmet dixwazin giraniyê bidin perwerda penaberên nûhatî.

260 milyon ji bo perwerdeya nûhatiyan

4:47 min

Dibistanên bilind yên gelî (Folkhögskola) dê ji bo pêşwazîkirin û amadekirina koçber û penaberan ya ji bo civaka Swêdê û bazara kar, bêtir deramet wergirin. Ev yek di pêşniyaznama butçeyê ya hikûmeta Swêdê ya sala 2014’an de cîh digire.

Eva Önnesjö, Eva Önnesjö, şefa rêxistinî ya tevgera dibistanên bilind (RIO) dibêje "kapasîteya dibistanên bilind heye ku alîkarî bide  wan hezar kesan ku salane di bernama hikûmetê de cîh digirin. Dibistanên bilind yên gelî dibistanên guhêrbar in û xwedî derfet in ku gavek lez xebata xwe li gor şertên nû sererast bike". Û bi ya Eva Önnesjö dê ev car jî bi awayeke serkfetî pêk were.

Pêşnîyaz ew e ku dibistanên bilind yên gelî bi kurs û dersên cûda koçber û penaberan amadeyî civaka swêdî û bazara kar bike. Ev kurs dê li gorî pêdivîyên taybetî kesên nûhatiyên Swêdê werin amadekirin û ya dê van kursan fînanse bike jî Daîreya karî ye.

Perwerdaya ku dê bê dayîn hem rêze-ders bin û hem jî dikare dersa SFI be, yanî hînkirina zimanê swêdî ji bo koçberan. Lê li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya hikûmetê dê hîn kurs jî li ser civaknasî û amadekirina jiyana karî be.

Li gorî biryara hikûmetê dê Daîreya karî ji bo salên 2014 ta 2017 karibe bi temamî 260 milyon kron pare ji butça xwe ji bo vê projeyê bikar bîne.

Di saya vê yekê de dê 4 000 kes karibin di nav pêvajoyeke çar salan de ji aliyê dibistanên bilind yên gelî ve werin perwerdekirin.

107 ji 150 dibistanên bilind yên gelî endamên rêxistina RIO ne. Eva Önnesjö dibêje piraniya van dibistanan xwedî jîngeheke wisa nek u rê li ber hevkariya di navbera çandên cûda de vedike û entegrasyonê hêsantir dike.

Önnesjö dibêje Îro di halî hazir de ji sedî 30ê şagirtinên van 150 dibistanan kesên li derveyê Swêdê hatine dinê ne. Ev tê wê maneyê ku ji niha ve tecrûbeyeke me ya mezin heye ku em kesên ji çandên cûda pêşwazî bikin.  

Lê ev ne cara yekem e ku Daîreya karî û Dibistanên bilind yên gelî di çarçova bernameyên taybetî de hevkariyê dikin. Çend ji bernameyan berê xwe dide kesên salmezin yên bêyî tecrûbeya kar û xwendina têr.

Bi ya Eva Önnesjö dê dibistanên bilind yên gelî yên li bajarên mezin yên wekî Stockholm, Malmö û Göteborg cîh bide piraniya şagirtên nû. Lê her weha dibistanên li bajarên nîvmezin yên wekî Södertälje, Norrköping û Katrineholm jî van şagirtên nû bihewînin.

Lê gelo hemû dibistanên bilind yên gelî dê karibin li cem Daîreya karî serî li wergirtina pare bidin?

Eva Önnesjö dibêje:

– Yên dê karibin di rêza yekem de serî lê bidin dê ew dibistan bin ku ji niha ve xebatek wan a bi vî rengî heye.Ev wezîfeyekê ye. Dibistan bi xwe biryarê didin ka ew dixwazin vê wezîfê bigirin an na.

Wezîrê entegrasyonê Erik Ullenhag ji redaksiyona SR International ya radyoya Swêdê re dibêje ev projeya hikûmetê ya ku di butçeyê de cîh digire dê derfeteke baş bide penaberên nûhatî ku perwerdeyeke baş bibînin. Ullenhag binxêz jî dike ku ev proje dê ji bo her mirovek herî zêde dido sal bajo û gereke perwerdeya dibistanê ji bo her şagirtekî taybetî were amadekirin.

– Tiştê em dikin ew e ku em ji bo Daîreya karî derfetek çêdikin ku dibistanên bilind yên gelî bikar bîne. Dibe ku ev şêweyê perwerdeyê ne li gorî pêdiviyên koçberek nûhatî be. Lê ji bo gelek kesan ez bawer im dê ev karibe perwerdeyeke piralî û hevgirtî  pêşkêş bike.

Erik Ullenhag dibêje ew bawer in gereke perwerdeya dibistana bilind ji bo dido salan bê dayîn, lê ji bo her şagirtî taybetî were amadekirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista