Wêne: Linn Ohlsson/Sveriges Radio

Guleberdanên li Göteborg berdewam dikin

Guleberdanên li Göteborg her di dawîya heftiya derbasbûyî de berdewam kirin. Seroka birêvebiriya şaredariya Göteborg, Anneli Hulthén nuha dixwaze ku yasayên çekan li Swêdê xurtir bibin û birvebiriya şaredariyê îro beriya nîvro civîneke çapemenî derbarê vê mijarê li dar dixe.

-Beriya hertiştî ez hêvîdarim ku em van bûyerên bûne zelal bikin û bizanin bê çi bi hev ve girêdayî ye û wêneyeke objekt û bêalî werbirgirin. Em dê lê binerin bê eger em, ji aliyê şaredariyê ve, beşbajar yan jî ji komîsyona imkanên civakî ve karin karekî bêhtir bikin. Hulthén berdewam dike û dibêje nuha gelekî giring e ku em hemû nişteciyên van herêman bibînin yên di halê hazir de ji ber van bûyeran nearam û bitirsin.

Ji ber guleberdanên van rojên dawî îro beriya nîvro civîneke taybetî di navbera nûnerên ji tememê birêvebiriya şaredariya Göteborg, polîs û xizmeta rizgarkirinê ve li dar ket. Da ku tê de çareyên cuda şîrove bikin.

Roja çareşemê li Biskopsgården du kes bi guleyan hatin kuştin û di dawiya heftiyê de jî du bûyerên guleberdanê li dar daketin, tê de du genc birîndar bûn. Doh jî, li Biskopsgården di nav zarokên ji xwe re dilîstin gule hatin berdan. Û polîs ta nuha fermî negotiye eger girêdan di navbera van bûyeran de heye. Tenê di vê salê de nêzîka sîh guleberdan li Göteborg rû dane.

Xelkên li herêmê dijîn behs dikin ku polîs bi berdewamî li cî amade ye û yên siyasetmedar hewil didin ji rewşê tê bigihêjin û çareyekê jê re  bibînin. Seroka birêvebiriya şaredariyê Anneli  Hulthén dibêje ku pirsa çek û sîlah pirseke neteweyî ye û divê bên bilind kirin:

Divê em giringîyê bidin vê yekê, ku yasayên çekan yên tund û xurtir pêwîstin, cezeyên giran bo kesên radijîn sîlah pêwîst e. Hulthén dibêje yekcar neqebûlbar e ku me ewqas çek û sîlah di geranê de heye û mirov hene amade ne ku bêhtir û bêhtir van sîlahan bikar bînin. Ev peyameke zêde giring e ya em divê bigihînin civakê û bi taybetî parlaman û hikûmetê.

Şefê polîsê herêmê yê beşê tawankariyê, Sven Alhbin dixwaze ku ew kesên bi sîlahin di demeke bilez de bên cezekirin.

-Divê fokus û giranî her karîgerîya tirsandinê be. Yê ji ber tawana çekan tên girtin divê yekser bi wê tirsê bihesin û ne piştî salekê yan bêhtir.

Lê gelo çima ev bûyer bi taybetî li Göteborg bûne û ku ta nuha 30 bûyerên guleberdanê rûdane çend bi tirs e? Li gor Jarzy Sarnecki, profesor di warê tawankariya giştî de li zanîngeha Stockholmê ev hejmareke bilind e li dû pîvanên swêdî:

-Belê, ev hejmareke gelekî bilind e. Ez bawer dikim ku me di tememê welatî de meyla pirbûna van bûyeran heye ji beriya çend salekî ve.

Sarnecki dibêje ku komên tawankar û guleberdan diyarde û fenomenên bajarên mezin in û yên hemû bajarên mezin de dibin. Û derbarê bê çima ev bûyer di van rojan de li Göteborg li dar ketine, Sarnecki dibêje ku kare rasthatin û tesadusf be:

-Ta radeyekê tesaduf e. Ev li hemû bajarên mezin diqewime û carna jî ev çalakî zêde dibe. Piraniya caran kesek dest bi şer dike û piştre hinek bersiva şerî didin. Ew jî bi fîşek û guleberdanê.   

Lê Sarneckî dibêje ya divê haya polîs jê hebe, çalakiya zêdebûyî ye di nav komên tawankar de.

Di civîna taybet ya birêvebiriya şaredariya Göteborg de ku îro beriya nîvro li dar ket çareyên cuda yên van fîşekberdanan hatin şîrove kirin. Anneli Hulthén tundkirina yasaya çekan pêşniyar kir lê Sarnecki ne bi nerîna wê re ye.

Li gor nerîna wî me ji nuha ve yasayên baş tund hene û piraniya van çekên ku di komên tawankar de tên bikaranîn çekên qaçaxin. Lê ew çalakîyên polîs di karê jiçekxistina komên tawankar de baştir dibîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".