Însîyatîfgirinên fîlmê Rojava Pîroz Incî xwendekara aoriyê ye û Silan Biçen tibê dixwîne. Foto: Privat

”Fîlmê Rojava berhema xemgîniya me ye!”

Fîllmê Rojava
5:35 min

Bûyerên li Rojavayê Kurdistanê û bêdengiya raya giştî du keçên xwendevan yên kurd pir xemgîn dike. Û li hemberî vêya ew dest bi projeya hazirkirina kurtefîlmekî dikin.

Pêşema derbasbûyî fîlmê wan ya bi hejmarek kesên binavûdeng ku ji bo Rojavayê Kurdistanê gaziya alîkariyê dikin di înternetê de belav bû. Sê rojan piştî belavbûnê fîlm ji aliyê zêdetir ji 11 000 kes ve hatiye temaşekirin.

Kurtefîlmê ku du deqe û nîv dirêj e bi van gotinên rihsipiyê kurd Mehdî Zana dest pê dike. Bi vekirina Zana re 13 kesên ku di nav raya giştî ya Swêdê de bi nav û deng in peyama ji bo Rojavayê Kurdistanê bi zimanê swêdî pêşkêş dikin.

Siyasetvan Larsh Ohly û Fredrik Malm, hunermend Özz Nûjen û Jonas Gardell, nivîskar Dilsa Demirbag Sten û Mustafa Can, werzîşvan Martin Mutumba û Jiloan Hamad çend ji wan kesan e ku di fîlm de bi swêdî diaxivin û wergera gotinên wan bi ingilîzî tê nivîsandin.

Însiyatîfa amadekirina vî fîlmî ji aliyê du keçên kurd, Pîroz Inci û Sîlan Biçen ve hatiye standin. Şîlan Bîçen ku li Stockholmê mezin bûye, lê niha li Danmarka doktoriyê dixwîne dibêje xemgînî û berketina wan ya li ser bûyerên Rojavayê Kurdistanê bû sebeba ku ew dest bi projeyeke bi vî awayî bikin.

Ji bo hevpeyvînê li rapora dengî guhdarî bike!

Lînka fîlm: www.rojava.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".