1 av 4
Anna Lindh. Foto: Jan Collsiöö / Scanpix.
2 av 4
Cengiz Candar. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio
3 av 4
Mikael Damberg. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio
4 av 4
Mona Sahlin. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio

Baldariya Anna Lindh ya ji bo pirsa kurdî

Bîranîna Anna Lindh
8:36 min

Di dehê îlona 2003ê de wezîra karûbarê derve ya Swêdê Anna Lindh li firoşgeha NK ya li Stockholmê rastî êrîşekê bi kêrê hat û roja din, ango deh salan berya niha weke îro wê jiyana xwe jidest da.

Me ji seroka beryê ya Sosyaldemokratan û yek ji hevalên herî nêzîk yên Anna Lindh Mona Sahlin pirsî bê Lindh ji bo wê tê çi wateyê:

– Ji bo min Anna Lindh hevaltiyeke zêdeyî sih salan e. Ew ji bo min dostek e, nimûneyeke sîyasî ye. Anna Lindh navekî şahane yê pêşeroja Sosyaldemokratan bû ku mixabin, mixabin hate kuştin.

Dema ku Anna Lindh hate kuştin serokê Sosyaldemokratan û serokwezîrê Swêdê Göran Persson bû. Di belgefîlmekî nû yê Televîzyona Swêdî de Persson eşkere dike ku pilana Sosyaldemokratan ew bû ku piştî wî Anna Lindh bibûya seroka partiyê. Ya ku piştre kete şûna Persson de Mona Sahlin jî vê yekê tesdîq dike:

– Sosyaldemokratan yek ji stêrên xwe yên herî geş winda kir. Roja pêşî ku ez weke namzeta seroka Sosyaldemokratan hatime hilbijartin min got: Ez hem kêfxweş hem jî xemgîn im. Ji ber ku gereke Anna li wî cî bibûya. Û îro jî hestên min eynî ne.

Gava ku Anna Lindh hate kuştin ew 46 salî bû û ew pênc sal bû ku wezîrtiya karê derve dikir. Beryva vî karî jî çar salan wê wezîrtiya jîngehê kiribû.

Anna Lindh ya ku bi xwe avûkatî xwendibû di sala 1984ê de weke yekem seroka jin ya ciwanên Sosyaldemokratan SSU hatibû hilbijartin. Û di dewra serokatiya wê de Mikael Damberg, ku niha serokê koma Sosyaldemokratan di parlamento de ye bûbû endamê SSU.

-         Wextê ku ez bûme endamê Rêxistina Ciwanên Sosyaldemokrat - SSU seroka wê Anna Lindh bû. Û dema ku ez bûme serokê SSU ew bû wezîra karê derve. Ew tim li aliyê mafê mirovan bû, li ser prensîbê wekheviya hemû însanan lê digeriya bê rolê Swêdê li cîhanê çawa dikare bê pêşxistin.  Ev ji min re jî bû çavkaniyeke îlhamê.

Anna Lindh weke wezîra derve dixwest ku rêxistina NY bê xurtkirin û ji bo astengkirina nakokiyên xeternak siyaseteke hevbeş ya YE hebe. Lewra di dema wezîrtiya wê de dengê Swêdê bilind derdiket.

Îcar dewleteke ku hingî jî bi YE re di nav dan û standinan de bû Tirkî bû. Anna Lindh di gelek fersendan de bal dikişand ser pirsa kurdî, wek nimûne çend caran ew çû Diyarbekirê û bi şaredarê bajêr yê kurd re hevdîtin kirin. Wekî din şert datanîn ber Tirkî ku heta ew reformên demokratîk pêk neyîne nikaribe bibe endamê YE.

Rojnamevanê tirk Cengîz Çandar dibêje ji ber vê elaqeya xwe Anna Lindh li Tirkî navekî nas e.

– Di raya giştî ya Tirkî de sê siyasetvanên swêdî têne naskirin. Ev Olof Palme, Anna Lindh û Carl Bildt in. Lê ji tirkan bêhtir ji bo kurdan giringiya wê mezin e. Ji ber ku ew dengekî bihêz yê rojavayî bû ku bi meseleya kurdan û mafê wan yê demokratîk ve mijûl dibû.

Rojnameya Financial Times di gotareke xwe de Anna Lindh weke siyasetvana ku li Tirkî bi çavê dijminan lê dinêrin binav kiribû. Cengîz Çandar vê binavkirinê di cî de nabîne û dibêje daxwazkirina reformên demokratîk pozîsyoneke mafdar û di ciyê xwe de bû.

Nûnerê Partiya Demokrasî û Aştiyê BDPê yê Konseya Ewrûpayê Fayik Yagizay jî Anna Lindh weke dosteke kurd û sosyaldemokrateke rast binav dike:

Nûnerê BDPê Fayik Yagizay di meha heftan de ji bo beşdariya semînereke berfireh ya li ser Anna Lindh hatibû Swêdê. Yê ku berya wî axivî Cengiz Çandar jî ji bo semînereke din ya cuda ku berya deh rojan li Tensta hate lidarxistin hatibû vexwendin. Îro herwiha li ser navê Anna Lindh xelat wê bên belavkirin.

Li ser navê Anna Lindh herwiha fondek jî hatiye vekirin û Mona Sahlin birêvebiriya wê dike. Sahlin dibêje ew bi lidarxistina çalakiyên bi vî rengî û gotûbêjên li ser pirsên siyasî hewl didin Anna Lindh bibîr bînin:

– Ez seroka fonda bîranîna Anna Lindh im. Bi axavtina siyasetê em hewl didin ku Anna bibîr bînin. Ne tenê Anna Lindh ya ku bû qurbana êrîşekê lê bi taybetî Anna Lindh ya ku çavkaniya îlhamê ye em bi bîr tînin. Nexasim xebata wê ya ji bo mafê mirovan, kurdan, filistîniyan em dixwazin bibîr bînin. Rê nîşanî bêhtir ciwanan bidin da fam bikin ku jin di nav xebata siyasî de cî bigrin û biceger tevgibgerin. Ji bo ku Anna wilo bû.



Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".