Wêne: Fredrik Sandberg/Scanpix.
Pêşniyaza hikûmetê

Dirêjkirina erka çûna dibistanê bo şagirdên lawaz

Hikûmet dixwaze dema erka çûna dibistanê bi salekê dirêjtir bike bo şagirdên xwedan notên ewqas kêm ku nikarin derbasî asta lîseyê bibin. Wezîrê perwerdeyê Jan Björklund ji lêkolînerekî xwestiye ku pêşniyazekê derbarê vê pirsê amade bike.

-Ew grûpa di rîsk û metirsiya herî mezin de ye ku di bêkariyê de cî bigirin û nebin xwedan bingehekî ba di civakê de her ew in yên nagihêjin armancên danayî di sefê nehan de, û ji ber vê yekê jî em divê karekî baştir bikin da ku bêhtir şagird bigihêjin wê armancê.

Îro erka çûna dibistanê ji sefa yekê ta ya nehê ye di dibitana bingehîn de. xwendina asta lîseyê, ango gymnasium ne mecbûrî ye, herçend ku îro piraniya şagirdan lîseyê dixwînin.

Hikûmet nuha lêkolînerek danîye bo pirsa erka dibistanê ji wan şagirdên di xwendina xwe de lawaz in, yê hem pêşniyazekê amade bike bo dibistana havînî ya mecbûr bo şagirdên ku sefê nehan temam kirine lê notên têr baş wernegirtine bo ku dest bi programa lîseyê ya netewyî bikin.

Şagirdên ku îro di vê rewşê de ne, û dibistana bingehîn bi notên kêm temam dikin dora 12 % ne ji temamê hejmara şagirdên dibistana bingehîn. Yê lêkolîner dê herweha pêşniyazekê amade bike bo diêjkirina erka çûna dibistanê bo wan şagirdên ku di dibistana havînî de dixwînin û her biserneketine û notên xwe baştir nekirine. Wezîrê perwerdeyê Jan Björklund careke din:

-Beşek ji şagirdan tenê di çend madeyan de notên neqebûlbar wergirtine û bi xwendina di dibistaneke havînî de di çend heftiyekê de notên xwe baştir bikin. Lê li hêla din ew şagirdên ku di gelek madeyan de biserneketine û gelek kêmasîyên zanistî li ba wan peyda dibin, dibistaneke havînî di çend heftiyan de ji wan re netêr e. Ji bo wan em hizra saleke xwendinê ya zêdetir dikin.

Derbarê siyaseta perwerdeyê û dibistanan ku Jan Björklund di du demên mandatê de birêvebiriye, beriya nuha jî rastî gelekî rexneyan bûye û ku nuha ji ber kêmasîyên mezin di warê dibistanê de pêşniyarên nû di warê siyaseta dibistanê de pêşkêş dike bi dirêjkirina erka çûna dibistanê. Li gor Björklund ev ne nîşanên nebiserketina siyaseta wî ye:

-Em dê bi berdewamî bi pêwîstiya karên bêhtir bin di vî warî de da ku kvalîteya dibistana swêdî baştir bikin. Ku ewqa şagird xwe nagihînên armancên perwerdeyî, biserneketineke bo warê perwerdeya swêdî, lê em dê tucarî razî rûnên ji ber pêşketin divê berdewam be.

Hemû partiyên parlamanê ji bilî partiya çep û demokratên xiristiyanî gotine ku sala amadeyî bo şeş saliyan jî divê tevlî erka çûna dibistanê bibe. Sosyaldemokrat di kongreya xwe ya di havînê de bû biryar dan ku dixwazin xwendina lîseyê mecbûrî bibe. Lê Björklund dibêje nepêwîst e ku bigihêje wê astê. Yasaya danîna xwendina lîseyê wekî merc armanceke nemaqûl e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".