1 av 2
Pînoshet di 1973ê de darbeya eskerî kir û 17 salan li ser hukim ma. Foto: Scanpix. Montage: Sveriges Radio.
2 av 2
Jose Riquelme di sala 1974ê de weke penaber hate Swêdê. Foto: Alberico Lecchini. SR International.

Çima ewqas şîlî li Swêdê hene?

9:45 min

Îro 12ê îlonê 33mîn salvegera darbeya leşkerî ya li Tirkî ye û duh 40 saliya darbeya leşkerî ya li Şîlê bû. Û ev darbeyên leşkerî sebeb in ku ji van herdu dewletan ewqas penaber li Swêdê hene.

Dewleteke ku bûye mexdûra darbeyên leşkerî û tesîra wê daye Swêdê welatê amerîka latînî Şîlî ye. Berya 40 salan darbeyeke leşkerî li wir bû û bi darbeyê re bi hezaran şîlî reviyane Swêdê. Li gor hejmarên fermî îro zêdetir ji 40 000 şîlî li Swêdê dijîn û yek ji sebebên sereke ev darbeya leşkerî û helwesta Swêdê bû. Bi taybetî serokwezîrê Swêdê yê wê demê Olof Palme bi eşkereyî li hember desthilatdarên nû nerazîbûna xwe nîşan dida.

– Salvador Allende mir. Ew ji aliyê hêzên rastgir ve bi darê zorê hate danîn. Sibê em li vir, diçine hilbijartina azad. Ev îmtîyazek e.

Serokwezîrê Swêdê yê wê demê Olof Palme bi van gotinan gelê Swêd agahdar kir ku li dewleta Şîlê leşkeran dest danîne ser birêvebiriyê.

Belê di 11ê îlona 1973ê de di bin serkêşiya Augusto Pinoşet de li Şîlê darbeyeke bixwîn hate kirin. Piştî darbeyê serokkomarê sosyalîst Salvador Allende ku bi dengdanên demokratîk hatibû hilbijartin kuştî hate dîtin, li gor desthilatdarên nû wî xwe kuştibû.

40 sal piştî darbeya leşkerî em bi du kesên ku di wan rojên dramatîk de cî girtine re axivîn.

José Riquelme mamoste ye, lê di destpêka salên 70î de ew li belediya Caupolican  li Şîlî şaredar bû. Ew jî mîna bi hezaran Şîlîyên din paşê reviya Swêdê û niha li bakurê Stockholmê li Åkersberga dimîne. Roja ku darbeya leşkerî pêk tê avahiya şaredariya ku ew lê reîstiyê dike tê dorpêçkirin.

– Wextê ku min di pencerea balkonê re meyizand min dît ku çekên reşaşe bicî kirine û berê wan dane me. Ji îşkence û lêdana ku li min hate kirin bêhtir tişta ku ez pê êşiyam ew bû ku yê ku ez girtim, li min xist, serê min li dîwaran xist û malê min dizî hevalekî min yê dibistanê bû.

Kesekî din ku em pê re axivîn e Rolf Bengtsson yê teqawîd e. Bengtsson bi xwe swêdî ye. Salekê berya darbeyê ew ji Swêdê diçe Şîlê ji bo ku bi dilxwazî di zanîngeheke wira de kar bike. Lê darbeyê jiyana wî tev guhert.

Sefîrê Swêdê yê li paytexta Şîlê Santiago, Harald Edelstam bi darbeya leşkerî re biryar da ku hejmarek swêdîyên li Şîlê di sefaretê de kar bikin. Rolf Bengtsson jî wê demê bû sekreterê duyem yê sefîr. Wezîfeya wî parastina konsolosxaneya Kubayê bû, ji ber ku bi darbeyê re leşkeran êrîşî konsolosxaneya kubayî kiribûn û karmendên kubayî reviyabûn xwe li konsolosê Swêdê girtibûn. Sefîrê swêdî Harald Edelstam parastina karmend û konsolosê kubayî girtibû ser xwe. Îcar ew bûbû yek ji wan avahiyan ku ala Swêdê lê hatibû bilindkirin, bi sedan mehkûm û revend dihatin xwe tavêtin bextê sefareta swêdî ji bo parastinê. Rolf Bengtsson behsa wan rojan dike:

– Kesên ku li parastin û starekê digeriyan gav bi gav ev mal tişe kirin. Serpêhatiyeke ecêb bû, ji ber ku mirov ne li benda felaketeke bi vî rengî bû… Lewra tiştekî xwezayî bû ku em pişta Harald Edelstam bigrin da ku heta ji me bê em alîkariyê bidine insanên muhtac.

Bengtsson dibêje di wan rojên giran de gelek bûyerên ku mirov qet nikare ji bîr bike rûdan lê serpêhatiyekê ew pir tirsandiye:

– Adara 1974ê bû. Li konsolosxaneyê em derdorê 50 kesî rûniştîne û firavînê dixwin. Ji nişkê ve me dênê xwe dayê ku hewşa konsolosxanê tişe leşker bû û di hundir de panîk derket. Ez fikirîm bê ez çi bikim. Rabûm ser pîyan, min çend nefesên kûr kişandin û ez derketime hewşê. Min berê xwe da fermandarê leşkeran û bi dengekî bilind gotiyê ev der sefareta Swêdê ye û em qebûl nakin ku hûn têkevin hundir. Lewra min rica kir ku ew derhal ji hewşê derkevin. Û fermandarê wan ev daxwaza min pejirand. Wî xwest ez lîsteya kesên di hundir de bidimê, lê me ev jî ne kir. Ew kêliyeke bi tirs û xof bû.

Çawa leşkeran dest danîne ser hukim sefîrê Swêdê Harald Edelstam bi biryareke xurt û eşkereyî li hemberî darbeya leşkerî helwestê digre. Piştre Edelstam ji aliyê dîktatoriya Pînoşet ve weke ”persona non grata” ango mirovê ku ew naxwazin hate dersînorkirin.

José Riquelma ku hingî şaredarê belediya Caupolica bû dibêje Harald Edelstam bi şexsê xwe li doza wî nerî. Paşê bi dizî wî xwe gihand balafirgeha Santiago û li wir bi alîkariya dîplomatekî din yê swêdî hemû ewraq û belgeyên ji bo ew bikaribe ji Şîlî bireve hatine çêkirin.

Dema ku ew hatin Swêdê, Riquelma jî mîna gelek penaberên din bawer nedikirin ku Pînoşet zêdetir ji 2-3 salan li ser hukim bimîne, lê ew niha li xwe mikur tê ku texmîna wan rast derneket. Li Swêdê ew li Åkersberga bi cî bû û herçend ew 73 salî ye hîna ew mîna mamosteyê spanî kar dike.

Li gor José Riquelma şîlîyên li Swêdê herçend li vî welatê nû di destpêkê de dijwarî kişandin jî piraniya wan fêrî jiyana Swêdê bûne û îro ew di nav civaka swêdî de grûbeke serkeftî ne. Lê hê jî xewna wî ew e ku salên dawiya jiyana xwe li welatê xwe Şîlê ew derbas bike.


12ê îlonê û darbeya Kenan Evren:


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista