Wêne: Scanpix.

Hilbijartina dêra swêdî rastî rexneyan dibe

Yekşemê 15 îlonê, september, dê hilbijartina dêra swêdî li dar bikeve. Di wê rojê de dê nêzîka pênc milyon endamên dêra swêdî karibin dengê xwe bidin nûnerên xwe, hem yên herêmî û hem jî bo kombûna netewyî ya dêrê jî. Lê hilbijartina dêra swêdî bi kêmbûna hejmara beşdaran û rexneyên hember bandora berfireh ya partiyên siyasî li dêrê ketiye rewşeke dijwar de. Yek ji rexnegiran, keşeyê berpirs yê berê Karl-Erik Tysk e:

-Wekî rewşa îro, partiyên siyasî di kombûnên dêrê de serdestin û ev gelekî ecêb e. xiristiyaniyeke sosyaldemokrat, moderat yan jî ya partiya navendê tune ye. Dema ez bi hevalên xwe yên navneteweyî re diaxivim bi vê sîstemê dikenin.

Yekşema sêyem di meha nehan, september de her serê çar salan, endamên dêra swêdî nûnerên xwe hildibijêrin, di dêra xwe ya nêzîk de, yên bo wan 13 herêmên mitraniyê û bo kombûna dêrê ya neteweyî ya bi xwe organa biryardar ya herî bilind ya dêrê swêdî ye.

Di hilbijarina dêra swêdî de yên endam dengên xwe nadin partiyên siyasî, lê dengên xwe didin grûpên namzed. Piraniya van grûpan girêdayî partiyên siyasî ne û çendek serbixwe ne û dûrin ji siyasetê.   

Girêdana bi partiyên siyasî ve hêzek e, li gor nerînên Lars Stjernkvist, sekreterê partiya sosyaldemokratan yê berê û yê nuha di encûmena şaredariya Norrköpingê de ye û siyasetmedarekî dêrê ye jî.

Bi vê girêdanê pirsên  dêrê dibe beşek ji şîroveya civakê û li gor wî  ji bilî wê jî pîvanên siyasî hem di pirsên girêdayî bi dêrê û pêşeroja wê ve jî hene:

-Eger em xwe wek partiyeke siyasî yan bi awayekî din xwe namzed bikin, em dê her wek partiyên siyasî xwe form bikin. Ji ber ku ew pirsên di hindirê dêrê de yên em helwesta xwe derbarê wan didin, gelekê wan siyasî ne. Lars Stjernkvist dibêje dema em li pirsên xwedanên karî dinerin, pirsên girêdayî bi keşeyên jin ve, nerîna li ser homoseksuelbûnê û pirsên din her mirov derbasî şîrovna dibe wekî şîroveyên siyasî.

Lê her gelek ji partiyan hilbijartine ku bi navê partiyê derbasî hilbijartina dêrê nebin. Di şûnê de grûpên dişibin grûpên namzediyê saz kirin e. Hindek eşkere bi girêdana navê partiyê ve û hindek nezelal. Lê ev pêşketin ne li gor dilê Lars Stjernkvist e ji partiya sosyaldemokratan :

-Yên bi navên nezelal xwe nîşan didin zêde bûne û ev ne pêşketineke baş e. Ez bi xwe, Stjernkvsirt dibêje dixwazim ku dêr vekirî be, ku yên xwe bo dêrê namzed dikin her bi zelalî û eşkere xwe û bîr û baweriyên xwe diyar bikin.

Vê salê tenê sosyaldemokrat, partiya navendê û demokratên Swêdê bi navê xwe beşdarî hilbijartinê dibin. Lê rexneya îro hember hilbijartina dêrê, hilbijartina mezin ya giştî ya tê de hemû endam karin beşdar bibin derbarê wê ye ku ev karekî buha ye.

Hilbijartina cara çûyî ya sala 2009 bi 145 milyon kron bû, pereyek ku karibû bo karên baştir hatibaya bikaranîn, li gor Karl- Erik Tysk, keşeyê berpirs li dêra Ovansjö:

-Mirov karîbû van pereyan bo karê girêdayî bi dêrê ve bikarbianiya di şûna serifkirina wan li van tiştan, yên nakin ku mirov beşdar bibin. Tysk dibêje eger 10 % di hilbijartina parlamanê de beşdarban bibana wê siyasetmedar ketibana tirsê de.

Di hilbijartina sala 2009 de asta beşdarbûnê tê de 11,8 % bû û li gor Karl-Erik Tysk di şûna hilbijartina buha de mirov kare sîstemeke nû deyne bi komcîvîneke dêrê di her cemaetekê de di dema ayîneke yekşemê de. Di vê komcivînê de dêr kare nûneran hilbijêr e.

Kêmbûna asta beşdarbûnê di hilbijartina dêrê de bi Lars Stjernqvist jî astengiyeke mezin e. Rakirina sîstema hilbijartinê ne çareye li gor wî, di şûnê de divê herkes çalak be da ku ev hilbijartin balkêş bibe. Stjernkvist dibêje dema em giringiyê bidin pirsên nêzîkî dilê xelkê, herçend her yekşem neçin dêrê jî wê demê em karin asta beşdariyê bilind bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".