Di hilbijartinên dêrê de SD pêşket

Li gor netîceyên berpêşkî ji hilbijartina dêrê ya roja yekşemê diyar dibe ku partiya Demokratên Swêdê dengên xwe duqat kiriye û ji %6 ra aniye. Di hilbijartinên berê de wan kêmtir ji nîvê van dengan standibûn. Ango Demokratên Swêdê ji dêla 7 kursiyên berê niha 15 kursiyan bidest têxin.

Parlamentera Demokratên Swêdê ku xuya ye niha dikeve civata dêrê de jî, Julia Kronlid ji ber encamên hilbijartinê kêfxweş e:

– Helbet em ji netîceyê gelekî razî ne. Armanca me ew bû ku em hejmara kursiyên xwe di civata dêrê de duqat bikin û em gihîştin vê armancê.

Li gor siyasetvana SD Kronlid sedema ku wan dengên xwe ewqas bilind kirine ew e ku wan hilbijêrên xwe teşwîqî çûna ser sindoqan kirine. Lê ew herwiha dibêje ku gelek kes ji pêşveçûna heyî nerazî ne û wan gelek dengên van kesan jî standine. Niha Kronlid hêvîdar e ku nûnerên wan têkevin komîsyonan de da ku di standina biryarên siyasî yên dêrê de bibin xwedîxeber.

Du partiyên din yên ku di hilbijartinên dêrê de rayên xwe bilind kirine Sosyaldemokrat û Partiya Jîngehê (Miljöpartiet) in. Ji hêla din ve Alternatîva bûrjûva û Demokratên Xiristiyan kêmtir deng standin.

Hîna dengên kesî (personröster) gişt nehatine hejmartin û lewra tam nediyar e bê kesên hatine hilbijartin kî ne.

Beşdariya hilbijartina dêrê bi giştî %12,7 bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".